Cotkarên li Silêmaniyê kevneşopiya tirpanê didomînin

Cotkarên li Arbata herêma Silêmaniyeyê dijîn bi zibare ji hev ra paletiyê dikin.

Cotkarên li Silêmaniyê kevneşopiya tirpanê didomînin
GALERIYA NÛÇEYÊ
Kevneşopiya tirpanê

Kevneşopiya tirpanê

 Cotkarên li Silêmaniya bajarê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) kevneşopiya tirpanê didomînin. Ew ji bo heywanên xwe giyayê ku li cihên motor û makîne nikare bikevê bi tirpanê diçinin.

Cotkarên li Arbata herêma Silêmaniyeyê dijîn bi zibare ji hev ra paletiyê dikin.

Ji bo zivistanê cotkaran ji niha va dest bi xebatê kirine û digel meha remezanê bi zeraqa tavê ra ji malê derdikevin û diçin ser kar û barê xwe.

Paleyên ku tên bal hev ewilî tirpanên xwe bi dûzanê tûj dikin û ji bo ewlehiyê di nav xwe de çend gavan dihêlin û dest bi çinîna giya dikin.

Cotkarên ku karê wan ê esil heywandarî ye û niha jî ji bo hev paleyiyê dikin bi hev ra kilaman dibêjin giya diçinin.

Ji cotkaran Ezîz Tewfîq Qadir diyar kir ku ew giyayê di biharê da şîn dibe wek amadehiya zivistanê ji bo heywanan diçinin, dikin gurz û wan jî dikin lod.

Qadir destnîşan kir ku paleyî karekî zehmet e û divê mirov serê sibê zû dest bi çinîna giya bike û wiha pê da çû: "Giyayê li erdên çal û gir lê kêm in bi motor û makîneyan va tên çinîn lê ji bo erdên wiha kêş û xwar ku makîne nakêve çare bi tenê tirpan e."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE