"Çûyina min a Diyarbekirê çalakiyek e. Ez ê li wir jî çalakiya xwe bidomînim"

Li Almanyayê dayika ku qîza wê ji hêla PKKyê hat revandin, çalakiya xwe li ber Serokwezîriyê didomîne

"Çûyina min a Diyarbekirê çalakiyek e. Ez ê li wir jî çalakiya xwe bidomînim"

Li Berlîna paytextê Almanyayê Maîde T.ya ku PKKya rêxistina terorê qîza wê Nîlufer T. revandiye çalakiya xwe didomîne.

Beriya civîna Lijneya Wezîran ya bi serokatiya Serokwezîra Almanyayê Angela Merkelê tê kirin Maîde T. û tevî kesên pê ra hatin li ber avahiya serokwezîriyê û çalakiya protestoyê li dar xistin.

Maîde T.yê li vir daxuyand ewê hefta bê here Tirkiyeyê û dayikên li Diyarbekirê ziyaret bike û ewê paşê here Gazîentab û Enqereyê.

"Piştî vegerê ez ê li vir dîsa çalakiya xwe bidomînim"

Maîde T.yê bangî dayikên ku zarokên wan ji hêla PKKya rêxistina terorê va hatine revandin kir û wiha axivî: "Çûyina min a Diyarbekirê çalakiyek e. Ez ê li wir jî çalakiya xwe bidomînim. Piştî vegerê ez ê li vir dîsa çalakiya xwe bidomînim. Ez ê tu carê dev jê bernedim, heta ev zarok neyê ezê dev jê bernedim. Ji malbat û dayikên din ra dibêjim yên ku çûne ewladên me ne, canê me ne. PKKyê canê me bi zorê hildaye biriye, ji me veqetandiye. Çawa dibe hûn bêdeng dimînin. Wîcdaneke we ya çawa heye? Hûn dayikên çawa ne? Ez dizanim hûn biaramî ranazên, lê çima hûn bêdeng dimînin? PKK ji zarokên we çêtir e ku hûn bêdeng dimînin?"

Bûyer

Maîde T. ji 12ê Mijdara 2019an vir va ji qîza xwe ya ku ji bo here dibistanê ji malê derketibû xeberekê hilnade.

Dayik berê jî li pêşiya komaleya "Navenda Kurdistaniyên li Berlînê" ya nêzî PKKya rêxistina terorê tê zanîn, li ber Deriyê Brandenburgê yê li navenda bajêr û li ber Meclisa Federal jî çalakî kiribû da ku qîza wê ji destê rêxistina terorê bê xilaskirin.

Maîde T. ji Sibata 2020î vir va li dijî PKKya rêxistina terorê çalakiyê dike.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE