"Êdî em dikarin bibêjin li Sûriyeyê me DEAŞ sedî 100 paqij kir"

Serokê Amerîkayê Donald Trump destnîşan kir ku ew dikarin bibêjin li Sûriyeyê DEAŞ sedî 100 paqij kiriye.

"Êdî em dikarin bibêjin li Sûriyeyê me DEAŞ sedî 100 paqij kir"

Serokê Amerîkayê Donald Trump got ku ew dikarin bibêjin li Sûriyeyê DEAŞ sedî 100 paqij kiriye û hefteya tê wê vê bi fermî eşkere bikin. 

Trump beşdarî Civîna Wezîrên Karên Derva yên Koalîsyona Dijî DEAŞê li Washîngtonê bû. 

Trump li vê derê axivî û got ku ew dikarin êdî bibêjin wan li Sûriyeyê sedî 100 DEAŞ paqij kiriye û wiha axivî: "Lê ez niha li hêviya daxuyaniya fermî me."

Trump di axaftina xwe de behsa têkoşîna dijî DEAŞê kir û got ku piştî ku ew bû serok wî ji bo îmhekirina DEAŞê telîmat daye Pentagonê da ku bilez planekê amade bike û wiha dewam kir: "DEAŞa rêxistina terorê êdî mîna berê nikare li ser medyaya civakî propagandayê bike. Êdî tesîra wan li ser înternetê jî qediyaye."

Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu jî beşdarî Civîna Wezîrên Karên Derva ya Koalîsyona Dijî DEAŞê dibe. AA

Dîroka nûkirinê: 07 Çile 2019, 17:58
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE