Dadgeha Federal ya Iraqê encamên hilbijartinê qebûl kir

Li Iraqê dadgeha federal encamên hilbijartinê ya di 12ê Gulanê hat kirin qebûl kir.

Dadgeha Federal ya Iraqê encamên hilbijartinê qebûl kir

Li Iraqê dadgeha federal encamên hilbijartinê ya di 12ê Gulanê hat kirin qebûl kir.

Berdevkê Dadgeha Federal ya Iraqê Îyas Samuk daxuyaniya nivîskî da û destnîşan kir dadgehê îtirazên hilbijartinê nirxand û encamên hilbijartinê qebûl kir.

Li gor destûra bingehîn ya Iraqê piştî ku encamên hilbijartinê yên bi destê Dadgeha Bilind ya Iraqê hatin qebûlkirin, piştî encam bên ragihandin divê meclis di nav 15 rojan da civîna xwe ya ewil çêke.

Li Iraqê ji ber ku ji bona hilbijartina di 12ê Gulanê da îdiayên hîleyê hene û kêm kes beşdar bûbûn di hilbijartina parlamenteran da li hin herêman biryar hatûbû dayîn ray cardin bên jimartin.

Piştî nîqaşan ray careke din bi destan hatin jimartin û hat ragihandin di rêza partiyan da guherîn çênebûye.

Saziya Hilbijartinê ya Bilind ya Serbixwe ya Iraqê destnîşan kiribû li 13 bajaran ecamên rayên elektronîk û yên bi destan hatine jimartin hev digirin.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE