Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê Öcalan red kir

Serkêşê rêxistina terorî îdia kiribû ku muameleyeke nebaş lê hatiye kirin...

Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê Öcalan red kir

Serkêşê Rêxistina Terorî Abdullah Öcalan îdia kiribû ku di girtîgehê de miemeleyeke nebaş li wî hatiye kirin. dadgeha mafên mirovan a ewropayê serlêdana wî, bi yekdengî red kir.

Parêzerên Öcalan îdia kiribûn ku miemeleyeke nebaş û îşkence li Öcalan hatiye kirin. Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê serlêdana wan nirxand û biryar da.

Li gorî qerarê serlêdan bi yekdengî hat redkirin.

Di daxuyaniya Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê de hat eşkerekirin ku derbarê îdiayên miemeleya nebaş de delîl nîn in.

Hat diyarkirin ku Öcalan, di roja lêgerîna li girtîgehê de û rojekê piştî wê hatiye mieyenekirin. Dixtor, pirsgirekeke fizîkî û psîkolojîk nediye.

Her wiha di daxuyaniyê de hat eşkerekirin ku Öcalan bi xwe jî ji bijîşkan re tu gilî nekirine e û derbarê van îdiayan de serlêdaneke hiqûqî jî çênebûye.

Dîroka nûkirinê: 27 îlon 2018, 16:52
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE