Dagirkirina Ukraynayê ya ji hêla Rûsyayê dest pê kir

Dagirkirina Ukraynayê ya ji hêla Rûsyayê dest pê kir

Piştî ku Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimir Putîn ragihand, wan li dijî Donbasa li rojhilatê Ukraynayê operasyona eskerî da destpêkirin, paytext Kîev jî di nav da li gelek bajarên welêt dengê teqînan tê bihîstin.

Ji xeynî Kîevê li bajarên Harkov, Kramatorsk, Mariupol, Mykolaiv, Odesayê jî li pey hev dengê teqînan tê.

Peywirdarên Ukraynayî yên herêmî eşkere kirin, hereketa dagirkirinê ya Rûsyayê dest pê kir, ji ber êrîşên fuzeyan dengê teqînan tê.

Der heqê wê yekê da agahî nehat dayîn ka di êrîşan da ku der armac tên girtin an jî kuştî hene an na.

Her wisa der heqê wê yekê da jî daxuyanî nehat dayîn ku eskerên Ûris derbasî aliyê din ê herêmên cudaxwaz bûn an na.

-Serokê Dewleta Rûsyayê Putîn li Donbasê operasyoneke eskerî da destpêkirin

Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Putîn daxuyand wan li Donbasa rojhilatê Ukraynayê operasyoneke eskerî ya taybet da destpêkirin.

Putîn serê sibê li ser televizyonê bangî gel kir.

Putîn got qaşo rêvebiriyên cudaxwaz ên li rojhilatê Ukraynayê ji wan alîkariye eskerî xwestiye û wiha axivî: "Ji ber vê min biryara operasyoneke eskerî ya taybet da. Armanca operasyonê însanên heşt sal e ji hêla rejima Kîevê va rastî îstismar û komkujiyê tên parastin e. Em ê hewl bidin yên ku welatiyên Federasyona Rûsyayê jî di nav da dijî sivîlan gelek sûcên bixwîn kirine teslîmî edaletê bên kirin. Ji bilî vê em ê hewl bidin Ukrayna ji nazîzm û milîtarîzmê bê xelaskirin."

Putîn anî ziman armanca wan a dagirkirina axa Ukraynayê tune û ew bi zorê tiştekî ji kesî ra nakin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE