Dalay Lama rakirin nexweşxaneyê

Serokê rûhanî yê Tîbetê Dalay Lamay rakirin nexweşxaneyê

Dalay Lama rakirin nexweşxaneyê

Serokê rûhanî yê Tîbetê Dalay Lama yê ji ber singê xwe nexweş e li Hindistanê rakirin nexweşxaneyê.

Li gor nûçeya BBCyê Dalay Lama (83) ji ber enfeksiyona singê wî li Delhiya Nû rakirin nexweşxaneyê.

Tenzin Taklhayê berdevkê Lama daxuyand rewşa keşîşê budîst niha normal e, lê ewê çend rojan li nexweşxaneyê tedawiyê bibîne.

Dalay Lama di sala 1959an da dijî rêvebiriya Çînê serî hildabû, lê bi ser neketibû. Piştî vê têkçûnê mecbur mabû ku terka Tîbetê bike.

Lama piştî vê têkçûnê çûbû Hindistanê û li wir hikûmeta Tîbetê ava kiribû.

Rêvebiriya Çînê dibêje Tîbet 700 sal e di nav axa wan da ye, lê gelê Tîbetê dibêje welatê wan serbixwe ye. Çîn daxwaza Dalay Lama ya xweseriyê qebûl nake, dibêje ev daxwaz di hundirê xwe da serxwebûnê vedişêre.

AA

Dîroka nûkirinê: 11 Nîsan 2019, 16:46
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE