Daîreya Derman û Xurekê ya Amerîkayê (FDA) bikaranîna aşiya vîrusa koronayê ya bi tîpa nû (Kovîd-19) ya ku Modernaya şirketa dermanan a Amerîkayê çêkiriye, pesend kir.
Aşiya Kovîd-19ê ya ku Modernayê çêkir piştî aşiya Pfizer û BioNTechê çêkibûn bû aşiya duyemîn a Kovîd-19ê ya ku FDAyê pesend kir.
FDAyê îna hefteya borî jî aşiya Kovîd-19ê ya ku Pfizer û BioNTechê çêkiribûn, pesend kiribû.
Hat ragihandin ku aşiya Modernayê ya Kovîd-19ê ji sedî 94,1 bi tesîr e û ji bo kesên emrê wan ji ser 18 salî mezintir in wê bê bikaranîn.
Li Amerîkayê bi Modernayê ra ji bo 200 milyon heb aşiyî lihevkirin hat kirin û roja yekşemê wê bi qasî 5,9 milyon aşî jî li nav welêt bê belavkirin.
Serokê Amerîkayê Donald Trump piştî pesendkirina FDAyê ji ser hesabê xwe yê Twîtterê got: "Pîroz be, Aşiya Modernayê êdî amade ye."
FDAyê di 11ê Berfanbarê da aşiya Kovîd-19ê ya ku Pfizer û BioNTechê çêkiribûn, pesend kiribû.
Aşiya Kovîd-19ê ya Pfizer û BioNTechê çêkiribûn ji bo kesên emrê wan ji 16 salî mezintir tê bikaranîn.AA