Piştî aramî pêk hat, li bajarê Efrînê gel dawet û şahiyên xwe jî bi kêfxweşî dike. Şêniyê gundê Gazê yê Efrînê, bi dahol û zirneyan, bi lîlan û stranan govend gerandin. Niha dîmênên rengîn tên ser ekranê.
Li Efrînê kêf û şahî ye…
Teror qediya, bihar hat, kulîkan veda û şêniyê herêma Çiyayê Kurmênc hêdî hêdî dawetên keç û lawên xwe dike.
Yek ji wan dawetan jî li gundê Gazê yê Efrînê çêbû.
Peşî bi dahol û zirneyan çûn bûkê, pişt re bi lîlan û stranan govend gerandin.
Piçûk û gir hemû mêvanên dawetê bi maliyê dawetê re kêf kir.
Efrîna rengîn aram bû, niha weke berê bi dîlan û kilaman şahiyê dike.