Daxuyaniya nû ya Pentagonê ya li ser Sûriyeyê

Berdevkê Pentagonê Dana White derbarê vekişîna Amerîkayê ji Sûriyeyê daxuyaniyeke nivîskî belav kir.

Daxuyaniya nû ya Pentagonê ya li ser Sûriyeyê

Wezareta Berevaniya Amerîkayê (Pentagon) ragihand ku vekişîna yekeyên Amerîkayê ji Sûriyeyê destpê kir lêbelê dê di xebata bi "hevkarên herêmî" re de berdewam bin."

Berdevkê Pentagonê Dana White derbarê vekişîna Amerîkayê ji Sûriyeyê daxuyaniyeke nivîskî belav kir.

White di daxuyaniya xwe de got, "Koalisyonê axa di destê DEAŞê de rizgar kir lê belê kempîneya dijî DEAŞê neqediyaye. Erê em ketin asteke wêdetir a kempîneyê û me pêvajoya vegera malê a eskerê xwe ji Sûriyeyê da destpêkirin."

White destnîşan kir ku ji bo ewlehiya operasyonan û parastina hêzê dê zêdetir agahiyan nede û wiha pê de çû:

"DEAŞ her li kuderê fealiyetê bike bila bike emê bi ji bo têkşikandina DEAŞê di xebata digel hevkarên xwe de berdewam bin."AA

Dîroka nûkirinê: 20 Kanûn 2018, 17:23
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE