Daxuyaniyên Rûhanî meclis îqna nekir

Daxuyaniyên Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî yên der barê pirsgirêkên aboriya welêt da parlamenterê Îranî qanî nekirin

Daxuyaniyên Rûhanî meclis îqna nekir

Daxuyaniyên Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî yên der barê pirsgirêkên aboriya welêt da parlamenterê Îranî qanî nekirin. Li ser vê parlamenteran mijar sewqî mehkemeyê kir.

Li gor agahiyan, Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî li meclisê der barê bêkariyê, rewşa aboriyê ya nediyar, qaçaxtî û krîza dowîzê da bersiva 5 pirsan da.

Rûhanî got ku sedema pirsgirêkên aboriyê mueyîdeyên Amerîkayê yên nû ne.

Rûhanî got divê ew hêviyê bidin welatiyên xwe û wiha dewam kir: "Divê em dev ji vê nerîna neyînî berdin."

Piştî bersivên Rûhanî li meclîsê dengdayinek hat kirin.

Di encamê da derket holê ku parlamenter ji bilî mijara banqevaniyê ji daxuyaniyên Rûhanî îqna nebûne.

Televîzyona dewletê ya Îranê ragihand parlementeran mijarên ku pêbawernebûne şandine mehkemeyê.

Mehkemeya bilind li ser mijarên ku parlamenter îkna nebûne wê lêkolînê bike û piştra wê dîsa bişîne meclisê.

 

 

AA 

Dîroka nûkirinê: 28 Tebax 2018, 13:39
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE