Daxuyaniyên Serok Erdogan di medyaya cîhanê de deng veda

Daxuyaniyên Serok Recep Tayyip Erdoğan ên derheqê rojnamevan Cemal Kaşıkçı de li medyaya dinyayê deng veda.

Daxuyaniyên Serok Erdogan di medyaya cîhanê de deng veda

Saziyên çapemeniyê yên Amerîkayê diyar kir ku Erdoğan û Tirkiye meseleyê bi hosteyî teqîb dikin û bi saya vê teqîbê Erebîstana Siûdê dê hisabê bide.

Serok Erdoğan duh di civîna koma partiya xwe de derheqê ketilkirina rojnamevan Cemal Kaşıkçı de daxuyaniyên berfireh dan.

Ev daxuyaniyan di medyaya cîhanê de deng veda. Bi taybetî saziyên çapemeniyê yên Amerîkayê bi awayekî berfireh qala van daxuyaniyan kirin û sazxiyan diyar kirin ku Erdoğan û Tirkiye meseleyê hosteyî teqîb dikin û bi saya vê teqîbê Erebîstana Siûdî li xwe mikur hat. Saziyan dest nîşan kirin ku bi saya polîtîkayên Tirkiyê bûyer ê zelal bibe û Erebîstana Siûdî dê hisabê bide.

Saziyên çapemeniyê yê Almanyayê jî diyar kirin ku Erdoğan di civîna koma partiya xwe de gotiye kaşıkçı bi cînayeteke plankirî hatiye qetilkirin û Serokkomarê Tirkiyê meseleyê ji nêz ve teqîb dike.

Hemû rojnameyên girîng ên navneteweyî axaftina erdoğan di rûpela ewil de manşet dan.

Dîroka nûkirinê: 24 Cotmeh 2018, 14:46
Şîrove Bike
ŞÎROVE
merhaba
merhaba - 9 ay Berî

serkeftin

ser
ser - 9 ay Berî

pirr baş e

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE