Dayika Atsushiyê qehremanê erdheja Wanê bi bîranînên kurê xwe va dijî

Dayika Atsushiyê qehremanê erdheja Wanê bi bîranînên kurê xwe va dijî

Li Wanê di erdheja ku di 2011an da çêbû da dildarê alîkariyê Dr. Miyazaki Atsushi miribû û Keikoya dayika Atsushi ev 10 sal in bi bîranînên kurê xwe ra dijî.

Piştî ku di 23yê cotmeha 2011an da li bajêr bi lerza 7,2yê erd hejiya, Miyazaki Atsushi bi grûbek dildarên "AAR Japon"a saziya civaka sivîl ra hat Wanê.

Miyazaki alavên alîkariyê gîhandin gundên ku di erdhejê da xerab bûne û goştê heywanên ku di eyda qurbanê da hatin şerjêkirin, li mexdûrên erdhejê bela kirin.

Li Wanê di nav heman salê da îcar jî di 9ê mijdarê da bi lerza 5,6ê erd hejiya û Miyazaki Atsushi di vê erdhejê da li otêlê bû û ew otêl xerab bû. Miyazaki Atsushi di binê kavilên otêlê da ma piştî çend saetan birîndar hat derxistin.

Miyazaki rakirin nexweşxaneyê, lê xelas nebû û mir. Miyazaki bi alîkariyên xwe yên li bajêr kirin va gelek meriv kêfxweş kirin û êş û elema wan sivik kir.

Dr. Miyazaki bû "lehengê erdhejê" û mexdûrên erdheja Wanê jê gelekî hez kirin. Her çend li ser mirina wî ra 10 sal derbas bûbe jî, hê nehatiye jibîrkirin.

- Peyama sersaxiyê ya ku Serokomar Erdogan şand, hê bi dîwarê wê va daliqandî ye

Miyazaki Keikoya dayik li Oitaya Japonyayê dijî û nûçegihanê AAyê li mala xwe kir mêvan. Keikoyê ji ji nûçegihanê AAyê ra qala bîranînên kurê xwe û mîrata wî ya hestiyar kir.

Keiko wêneyên Atsushi yên ku li ser wezîfeyê hatine kişandin, bi salona mala xwe va daliqandine.

Keîko nûçeyên der heqê Atsushî da ku weşiyane berhev kiriye û timî caran li wan mêze dike.

Dayika bi derd û keser wêneya tê da alaya Tirkiye û Japonyayê jî heye him li ser deriyê malê û him jî li kuncikê bîranînê yê bi taybetî amade kiriye dalqandiye. Nameyên ku xwendekar û şêniyên Wanê ji ber alîkariya kurê wê şandine tevlî pirtûk û helbestan diparêze.

Li kuncikê sereke yê malê nîşaneya Dewleta Osmaniyan û peyama sersaxiyê ya ku Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ji ber wefata kurê wê şandibû dalqandiye.

- "Heş û mêjiyê wî li ser alîkariyê bû"

Keîko destnîşan kir ku kurê wê li Japonyayê piştî zanîngehê li Îngiltereyê der barê xebatên aştiyê da meqale nivîsî, wî him hirmetê nîşanî dê û bavê xwe dida û him jî di rêya ji xwe ra kifş kiribû da dimeşiya û wiha domand: "Dema xwendekar bû nexweşya bavê xwe hîn bû û kar û barê xwe hişt û hat bi qasî 5-6 salan tevlî bavê xwe rûnişt. Ew hi diya xwe û him jî bavê xwe difikirî. Di dema nexweşiya bavê wî da heş û mêjiyê wî li ser xebatên alîkariyê bû. Rojekî ji min ra got dayê ez vegerim ser karê xwe dibe. Der heqê kesan da neyînî xebernedida. Tiştê em nikaribûn ji heq bên der ji me nedixwest."

Keîkoyê got ku kurê wê yê mezin Atsushî bû û wiha domand: "Dema em diçûn nexweşxaneyê ji bo ez nekevim bi destê min digirt, wî em kontrol dikirin û dema tiştek bihata serê me dixwest em jê ra bibêjin."

Keiko got wek dayikekî ew di her rojbûnê da ji Atsushiyê diyariyan digire, piştî wefata bavê wî Atsushî alîkariya herdu birayên xwe kiriye û tûnebûna bavê wan bi wan nedaye hîskirin.

Keîko got kurê wî alîkariya kesên hewcedariya wan heye hez dike û wiha dewam kir: “Piştî perwerdeya xwe ya li Japonyayê li Îngîltereyê jî xwend, li ser meseleyên dinyayê sere xwe êşand, hesta wî ya alîkariyê jî zede pêşva çû. Dixwest di Neteweyên Yekbûyî da wezîfeyê bike.”

Keîko got Atsushî her sal beşdarî bibîranîna merasima Hîroşîmayê dibe, li Oîtayê jî alîkariyê zarokên diçin dibistanê dike.

- "Dema ji Tirkiyeyê vegeriya ji kêfan çavê wî diçûrisîn”

Keîko behsa xwendekariya Atsushî jî kir û wiha dewam kir: “Dema xwendekar bû çûbû Tirkiyeyê. Beriya wê jî çûbû Abu Dabuyê, lê wê deme evqas kêfxweş nebûbû. Dema ji Tirkiyeyê vegeriya ji kêfan çavên wî diçûrisîn.”

Keîko got dema wezîfeya wî ji Tirkiyeyê ra derketiye wî nizanibûye ku ka Enqere li kû ye, lê gele Tirkiyeyê bi dilsozî pêşwaziya Atsushî kiriye.

Keikoyê axaftina bi têlefonê ya bi kurê xwe ra ya berî ku li Enqereyê li balafirê siwar bibe ku biçe Wanê, da bibîrxistin û wiha got, "Erdehejek bûbû, lêbelê em nefikirîn ku lerzên dûmahîkê dê çêbin. Dema ji Enqereyê derbasî Wanê dibû, bi têlefonê li min geriya, ev bû axaftina me ya dawîn."

Keikoyê wiha got, "Wekî dayik ez carinan difikirim ku 'bira neçûya alîkariyê' an jî 'bira erdhej çênebûya'. Erdhej helbet afata xwezayî ye, tiştek ji destê mirov nayê. Ev karê wî bû."

Keikoyê diyar kir, ew zehf kêfxweş bû, digel ku 10 sal e di ser ra derbas bûye jî di bîra gelê Tirk û hin saziyên Tirkiyeyê da ye û lewma sipasiya gelê Tirk û saziyên wê kir.

Keikoyê got ku di ziyareta xwe ya Tirkiyeyê da kêfa wê bi Çiyayê Agiriyê ra hat û wiha got, "Name, resm û pirtûk şandine. Tirkiye welatekî mezin û xweş e, însanên wê xwîngerm in. Ev yek tesîrê li min dike."

Keikoyê piştî hevpeyvînê, merzelê Atsushi ziyaret kir, rîtuela dînî anî cih û li gorî baweriya Budîzmê mûm vêxist û dia kir.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE