Dayika ku PKKyê qîza wê revandibû li pêşiya Serokwezîriya Almanyayê pankart vekir

Maîde T. ya ku PKKya rêxistina terorê li Almanyayê Nîlifer T.ya qîza wê revand li pêşiya Serokwezîriyê bi pankartê çalakî li dar xist.

Dayika ku PKKyê qîza wê revandibû li pêşiya Serokwezîriya Almanyayê pankart vekir

Maîde T. ya ku PKKya rêxistina terorê li Almanyayê Nîlifer T.ya qîza wê revand li pêşiya Serokwezîriyê bi pankartê çalakî li dar xist.

Dema Lijneya Wezîran di seroktiya Angela Merkela Serokwezîra Almanyayê da civîn dikir Maîde T. hat pêşiya avahiya Serokwezîriyê pankarta li ser "Ji bo Xwedê seba ku ez qîza xwe ji PKKyê xilas bikim alîkariyê bidin min" hatibû nivîsandin vekir.

Maîde T. û koma pê ra hatibû tîşortên li ser wan wêneya Nîlufer T.yê hebûn û di binî da jî "Bi destê PKKyê hat revandin" hatibû nivîsandin li xwe kirin.

Maîde T.yê daxuyanî da rojnamevanan û diyar kir ku 3 meh e çalakiyan li dar dixe lêbelê hetanî nika meqamên Almanyayê pê ra têkilî daneynîne û wiha axivî: "Hêviya min ew e ku bi min ra têkiliyê daynin. Dibê bipirsin ku 'Çi dibe? Kê çi bi vê jinikê kir?'. Lewra qîza min ji vê derê çû. Ji ber ku ji vê derê çû jî berpirsyar ew in. Bira berpirsyariyên xwe bi cî bînin."

- "Hetanî zaroka min neyê her ku here çalakiyê mezin bibe"

Maîde T.yê xwest ku piştgiriyê bidin wê û wiha pê da çû: "Ez dixwazim bangî hemû dê, bav û bi taybetî jî ciwanan bikim. Dê û bavên di rewşa min da ew ê êşa û jana min fehm bikin. Ji bo ku ciwan serwext bin xwe û malbatên xwe nexin vî halî dibê li cem min bin, piştgiriyê bidin min."

Maîde T.yê got bawer dike ku di hefteyên pêşiya me da hejmara kesên piştgiriyê didin û tên ew ê zêde bibe û wiha axivî:

"Bawer dikim ku saziyên civaka sivîl ew ê piştgiriyê bidin min û hejmara me yê zêde bibe. Teze xebera merivan pê dikeve. Bawer dikim ku ew ê piştgiriyê bidin min. Her ku here em ê zêde bibin. Çalakiyê mezin bibe. Hetanî zaroka min neyê her ku here çalakiyê mezin bibe. Qasî ku nayê hişê wan çalakiyê mezin bibe."

- Ji mijdara 2019an vir da xeberek jî hilnade

Maîde T. ji 12ê mijdara 2019an vir da ji qîza xwe ya ji bo here xwendingehê ji malê derket xeberek jî hilnade.

Dayika 3 meh e çalakiya xwe didomîne berê jî li pêşiya "Navende Kurdistaniyên li Berlînê" ya wekî nêzî PKKya rêxistina terorê tê zanîn, Deriyê Brandenburgê yê li navenda bajêr, Meclisa Federal jî çalakî kiribû ku qîza xwe ji rêxistina terorê xilas bike.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE