Dayika li Almanyayê PKKyê qîza wê revand li pêşiya serokwezîriyê çalakî kir

Dayika li Almanyayê PKKyê qîza wê revand li pêşiya serokwezîriyê çalakî kir

Maîde T.ya dayika Nîlufer T.ya ku PKKya rêxistina terorê li Almanyayê revand li Berlînê ji bo bigihêje qîza xwe çalakî kir.

Maîde T. û koma pê ra li pêşiya avahiya Serokwezîriyê kom bû.

Çalakvanên wêneyên Nîlufer T.yê dabûn destê xwe pankarta li ser "PKK vîrus e. Ji bo qîza xwe xilas bikim aliyê min bikin" hatibû nivîsandin vekirin.

Maîde T.ya dayik li vê derê daxuyanî da û diyar kir ku qîza wê ji vir 2 sal berê hat revandin, di vê pêvajoyê da teşxîsa şêrpenceyê hat dayîn û tê dermankirin. Maîde T.yê wiha got: "Ya rastî halê min tune ku çalakiyê bikim. Li pêşiya min pêvajoya dermankirinê ya dijwar heye. Beriya ku dest bi vê pêvajoyê bikim ji bo salvegera 2yan a revandina qîza xwe hatim çalakiyê bikim."

Maîde T.yê diyar kir ku piştî temamkirina dermankirinê ew ê dîsa dest bi çalakiyê bike û bangî qîza xwe kir û wiha axivî:

"Qîza min bi rastî ez nexweş im. Bêdîn û bêîmanên ku tu revandin ji te ra çi dibêjin, çito te dixapînin ez nizanim lêbelê heke bi wan bêwijdanan bawer bikî jî heyfa te. Ez nexweş im. Li pêşiya min pêvajoyeke zor heye. Eşkere nîne ku ez ê ji vê pêvajoya baş derkevim an dernekevim. Lê heke tu min dibihîzî û dizanî ku ez li vê derê êş û janê dikişînim dîsa jî heyfa te nayê. Xwedê kesên ku tu birine jî parçe parçeyî bike."

Maîde T.yê ji ber ku ayedarên Almanyayê pê ra têkiliyê danaynin jî bertek nîşan da.

Qîza Maîde T.yê di 12ê mijdara 2019an da gotibû "diçim xwendingehê" ji malê derketibû û paşê tu xeberek jê nehatibû hildan. Maîde T.yê li pêşiya "Navende Kurdistaniyên li Berlîn" a wekî nêzî PKKya rêxistina terorê tê zanîn, li Deriyê Brandenburgê, Meclisa Federal û Seroqezîriyê çalakî kiribû û xwestibû ku qîza wê were xilaskirin.

Maîde T.ya li Berlînê dijî ji sibata 2020î vir da li dijî PKKya rêxistina terorê çalakiyê dike.


AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE