Dayika PKKyê qîza wê revandibû li Almanyayê çalakiya xwe didomîne

Maîde T.ya diya Nîlufer T.ya li Almanyayê bi destê PKKya rêxistina terorê hat revandin çalakiya li pêşiya Serokwezîriyê ji bo bigihîje ewlada xwe dabû destpêkirin vê hefteyê jî didomîne.

Dayika PKKyê qîza wê revandibû li Almanyayê çalakiya xwe didomîne

 Maîde T.ya diya Nîlufer T.ya li Almanyayê bi destê PKKya rêxistina terorê hat revandin çalakiya li pêşiya Serokwezîriyê ji bo bigihîje ewlada xwe dabû destpêkirin vê hefteyê jî didomîne.

Maîde T. û koma pê ra beriya civîna Lijneya Wezîran a di seroktiya Angela Merkela Serokwezîr da tê lidarxistin hatin pêşiya avahiya Serokwezîriyê û pankarta "PKK vîrus e" vekirin.

Maîde T.yê bangî malbata Neşe O.ya ku PKKya rêxistina terorê ji eyaleta Ren Vestfalyaya Bakur revand kir ku bi hev ra têkoşînê bidin.

Maîde T.yê got haya wê pê ket ku Neşe O.ya ewlada malbateke din bi destê rêxistina terorê hatiye revandin û wiha pê da çû: "Ji malbatê ra bi taybetî ji dayikê ra sebrê dixwazim. Tewsiyeya min ew e ku bira malbat were em bi hev ra têkoşînê bidin. Bira werin pêşiya Serokwezîriyê em têkoşînê bidomînin. Heke rayedar bibînin ku em çiqasî zêde ne çiqasî hêzdar in ew ê wê çaxê bi me û mijarê ra eleqedar bibin."

Maîde T.yê bal kişand ku gelek malbatên zarên wan hatine revandin lê vê îlan nakin hene û wiha pê da çû: "Heke em bi hev ra tevnegerin ciwanê dîsa herin, ciwanê winda bibin, malbatê bişewitin. Bi tanê ewlada min an ewlada maleke din neçûn, ewladên gelek malbatan çûne. Huş nebin, di dewsa xwe da rûnenin, dema rûnin ew ê zarên me nedin."

- Li Almanyayê komeleya rêxistina terorê bira were girtin

Maîde T.yê got ku PKKya rêxistina terorê bi navê komeleyên çandê va li Almanyayê ciwanan bi jehrî dixe û hewl dide wan bibe û wiha axivî: "Heke komeleya wan were girtin wê çaxê agirê bi post û palasê wan bikeve, wê çaxê em ê bikaribin zarên xwe paşda hildin. Hetanî ev komeleyan neyên girtin ew ê zarên me birevînin. Bira komele werin girtin."

Maîde T. ji 12ê Mijdara 2019an vir va ji qîza xwe ya ku ji bo here dibistanê ji malê derketibû xeberekê hilnade. Dayik berê jî li pêşiya komaleya "Navenda Kurdistaniyên li Berlînê" ya nêzî PKKya rêxistina terorê tê zanîn, li ber Deriyê Brandenburgê yê li navenda bajêr û li ber Meclisa Federal jî çalakî kiribû da ku qîza wê ji destê rêxistina terorê bê xilaskirin.

Maîde T. ji sibata 2020î vir da li dijî PKKya rêxistina terorê çalakiyê dike.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE