Dayikên Kurd ên ku xeyala çûyîna Ewropayê dikin sekna wan a li ber sînorê Belarûsê dewam dike

Dayikên Kurd ên ku xeyala çûyîna Ewropayê dikin sekna wan a li ber sînorê Belarûsê dewam dike

Dayikên Kurd ên Iraqî bi xeyala ku wê herin Ewropayê bi rê ketin û seba ku zarokên wan paşerojeke baş bijîn li ser sînorê Belarûs û Polonyayê di nav daristanê da li ber sir û sermayê sekinîne.

Dayik û malbat hefteyek e ku li ser sînorê Belarûsê di nav daristanê da bendewar in û ji bo ku xwe germ bikin agir dadidin. Dayik û malbatan ji nûçegihanê AAyê ra qala sedema terikandina welatê xwe kirin.

Dayikeke Kurd a Iraqî diyar kir ku ew bixwe jî doxtor e û ji bo tedawîkirina ewladê xwe yê ku bi pençeşêra xwînê ketiye, ew dixwaze here Ewropayê. Ji bo ku alîkariya malabata dayika Kurd were kirin, dayikê bangî hemû dinyayê kir.

Dayika Kurd a Iraqî wiha axivî, "Tenê ewladê min ê nexweş xelas bikin, ez doxtor im. Ji bo ku ewladê xwe xelas bikim min hemû pereyê xwe xerc kir; min her tiştê xwe hişt. Berî niha ewladekî min miribû. Li herêma Kurdistanê gotin ku çi ji destê me hatiye, me kir û ji vir û şûnda tiştek ji destê me nayê. Em 5 caran ketin kemoterapiyê û me li Kerkûkê emeliyeke mezin derbas kir."

- "Ez ji bo paşeroja zarokên xwe hatim"

Dayikeke din a Kurd ku 60 salî ye û dixwaze bi 7 endamên malê va derbasî Ewropayê bibe jî wiha got, "4 jê zarok em 7 kes in. Tu tiştek tuneye. Ne nan heye ne av. 5 roj in em li vê derê ne. Em 2 şevan jî li cihekî din ê daristanê man. Hewa pir sar e. Me agir dada, lê em germ nabin."

Dayika Kurd xwest ku alîkariya wan bê kirin û wiha axivî: "Sedema terkirina welatê min ew e ku şert û mercên jiyanê pir zehmet bû, pevçûn hebûn. Ez ji bo dahatûya zarokên xwe li vir im. Ez naxwazim ewladên min û neviyên min di nav rageşiyê da mezin bibin."

- "Heke ez ji sermayê bimirim min li vir defin bikin, lê ez ê venegerim"

Koçberekî mêr yê ji herêma Germiyanê hatiye jî got ew pênc roj e di vê sermayê da li qada daristanî bendê ne ku ji sînor derbas bibin.

Koçberê Kurd wiha axivî: "Montê min şewitî. Dema min agir vêxist destên min şewitîn. Ez ji bo dahatûya zarokên xwe bi rê ketim. Şert û merc pir xirab e. Ev hefteyek e ez di vê sermayê da li vir disekinim. Heke ez ji sermayê bimirim min li vir defin bikin, lê ez ê venegerim."

Cemal Seîd Hesenê ji Helepçeyê hatiye jî wiha got: "Sedema hatina me ya li vir, ya hatina ciwanan bêkarî û bêedaletî ye. Şertên li vir pir xirab in. Hewa sar e, nan û av tune. Li gel me zarok û jinên nexweş hene."

- "Ji bo ku ez bikaribim birevim û bilîzim ez dixwazim herim"

Zarokekî 7 salî yê bi navê Taman yê ku herdu lingên wî tune û seqet e jî li ser sînorê Belarusê bendê ye ku derbas bibe.

Tamam jî wiha axivî: "Ez ê vê proteza xwe temîr bikim û ez ê birevim û bilîzim. Ji bo ku ez bikaribim birevim û bilîzim ez dixwazim herim."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE