Fermandarê NATOyê li Efxanistanê Scott Miller got, "DEAŞ ji bo Efxanistan û herêmê rêxistineke gelekî xeternak e."
Miller di civîna çapemeniyê ku li paytext Kabulê li dar xist da diyar kir ku hêzên NATOyê dê piştgiriyê bidin hêzên Efxan û bi vî awayî dê zexta li ser rêxistina DEAŞê zêde bikin.
Scott Miller wiha got, "DEAŞ ji bo Efxanistan û herêmê rêxistineke gelekî xeternak e."
Miller diyar kir ku ew li kuderê rastî fealiyetên DEAŞê werin, ew ê berteref bikin û lewra jî ew vê mijarê ji nêz va dişopînin.
Wekî tê zanîn rêxistina terorê DEAŞ li parêzgehên li rojhilatê Efxanistanê fealiyetan dike.AA