DEAŞ li Iraqê agir berdide zeviyên zad û dexlê

DEAŞ li parêzgehên Selahedîn, Enbar, Mûsil û Diyalayê nexasim bi şev agir berdide zeviyên zad û dexlê ku deriyê debara cotkaran e.

DEAŞ li Iraqê agir berdide zeviyên zad û dexlê

Rêxistina terorê DEAŞê li Iraqê vê hefteya dawîn herêmên ku nakokî li ser heye di serî da, li deverên cuda yên welêt bi tevahî 5 hezar donim zeviyên çandiniyê şewitandin.

DEAŞ li parêzgehên Selahedîn, Enbar, Mûsil û Diyalayê nexasim bi şev agir berdide zeviyên zad û dexlê ku deriyê debara cotkaran e.

Midûrê Giştî yê Parastina Sivîlan a Wezareta Karên Navxweyî ya Iraqê Kadim Selman di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnêrê AAyê da wiha got, "Li tevahiya Iraqê 5 hezar donim zeviyên çandiniyê hatin şewitandin." 

Selman destnîşan kir ku zevî bi destê rêxistina terorê DEAŞê tên şewitandin û wiha got, "Ji bo ku rê li ber sotandina zeviyan were girtin, maseyên krîzê hatin danîn."

Selman herwiha bal kişand ku herî zêde li Selahedîn, Enbar, Mûsil û Diyalayê zevî tên şewitandin û ji bo ku agir zêde belav nebe û bilez midaxale were kirin, ji bo ekîbên parastina sivîlan ên li bajaran, wesayît û ekîpmanên zêde hatin şandin.

- Bi hezaran donim zevî jî ji şewitandinê hatin xilaskirin

Selman herwisa got ku wan bilez xwe bi gelek cihî ra jî gihand û agir vemirand ku bi vî awayî li seranserê welêt bi tevahî 111 hezar donim zeviyên zad û dexlê ji şewatê hatin xilaskirin.

- DEAŞ tolê ji welatiyan distîne

Midûrê Giştî yê Parastina Sivîlan Selman got, rêxistina terorê DEAŞ ku di warê eskerî da li Iraqê ji hêz û taqetê ket, êrîşên piçûk dike û agir berdide zeviyan ku bi vî awayî jî tolê ji welatî û cotkarên ku piştgirî nedanê distîne.

Rêxistina terorê DEAŞê di hezîrana 2014an da Mûsil di serî da ji sisêyan yek xaka Iraqê bi dest xistibû. Hêzên ewlekariyê yên Iraqê di berfanbara 2017an da piraniya vê xakê ji destê rêxistinê derxistibû. 

Ligel ku li navenda parêzgeh û bajaran tehdîda êrîşên DEAŞê zêde nemaye jî lêbelê li deverên çol û çiyayî rêxistin car carî çalakiyan dike.

Dîroka nûkirinê: 28 Gulan 2019, 17:32
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE