"DEAŞ li Iraqê hebûna xwe ya îdeolojîk didomîne"

Sekreterê Giştî yê Wezareta Pêşmerge ya HKIê Cebbar Yawer: "Herçiqas di qadê de hebûna eskerîya DEAŞê qediyabe jî hê jî weke îdeolojîk hebûna xwe didomîne. Li hemberî rêxistinê pêdivê hemî alî mekanîzmayeke hevbeş pêk bînin"

"DEAŞ li Iraqê hebûna xwe ya îdeolojîk didomîne"

Sekreterê Giştî yê Wezareta Pêşmerge ya Rêveberiya Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Cebbar Yawer anî ziman ku DEAŞa rêxistina terorê li Iraqê hê jî hebûna xwe ya îdeolojîk didomîne.

Yawer beşdarî 6emîn Korbenda Silêmaniyê ya ku Zanîngeha Amerîkan a Silêmaniyê li dar xist bû û gotarek pêşkêş kir.

Sekreterê Giştî Wezareta Pêşmerge Yawer derbarê hebûna DEAŞê ya li Iraqê nirxandin kirin û bal kişand ser wê yekê ku rêxistin di warê îdeolojîk de tehdîdbûna xwe didomîne.

Cebbar Yawer tekezî li giringiya hevkariya li dijî DEAŞê kir û got, "Herçiqas di qadê de hebûna eskerîya DEAŞê qediyabe jî hê jî weke îdeolojîk hebûna xwe didomîne. Li hemberî rêxistinê pêdivê hemî alî mekanîzmayeke hevbeş pêk bînin. DEAŞ bi taybetî li Iraqê hêza xwe ji dest dide lêbelê weke komên biçûk hêjî destbikar e."

6emîn Korbenda Silêmaniyê ya ku Zanîngeha Amerîkan a Silêmaniyê li dar dixe bi beşdariya akadêmiyar, rojnamevan û siyasetmedarên Iraqî dê heta sibê biome.

AA

Dîroka nûkirinê: 07 Adar 2019, 17:40
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE