DEAŞê li Kerkûkê 14 gund bê av hiştin

Li Kerkûka bajarê Iraqê ji ber êrîşên DEAŞê yên ku bir ser tesîsên avê bajarokek û 14 gund bê av man.

DEAŞê li Kerkûkê 14 gund bê av hiştin

DEAŞa rêxistina terorê ji ber ku li Kerkûka bajarê Iraqê êrîşî ser tesîsên avê kir bajarokek û 14 gund bê av man.

Macîd Ehmedê ku di bin destê Hêza Polêsên Federal a Iraqê da wezîfedar e daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku li herêmê hêzên di bin kontrola DEAŞê da ne piştî êrîşên li ser xetên ceyranê niha jî berê xwe dane tesîsên parzûnkirina avê û wiha pê da çû: "DEAŞa rêxistina terorê li tesîsên avê yên ku li başûrê Kerkûkê dikevin ji xwe ra kiriye hedef. Di hefteyek dawîn da ji ber êrîşên ku bir ser 3 tesîsên av parzûnkirinê bajarokek û 14 gund bê av man. Niha li herêmê bi hezaran mirovên dijîn ji ber tunebûna avê di nav tengasiyê da ne."

- "Dewamnekirina operasyonan ji bo xurtbûna DEAŞê bû sedem"

Ehmed destnîşan kir ku herêm nêzî salek berê ji destê DEAŞê hat derxistin lê tehdîta DEAŞê ya li ser wir hê jî dewam dike û wiha pê da çû: "Dewamnekirina operasyonan bi kêrî DEAŞê hat û ew li herêmê ji nû va xurt bûn. Di 8 mehên dawîn da operasyon qet nayên kirin û ji ber vê jî rêxistina terorê bi hêsanî berê xwe dide xetên ceyranê û tesîsên avê yên ku di xizmeta welatiyan da ne.

Ji ber sabotajên DEAŞê yên li ser xetên ceyranê li bajêr car caran heta 18 saetan ceyran qet tuneye.

Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî di berfanbara sala 2017an da îlan kiribû ku êdî ji hêla eskerî va DEAŞ ji welêt hatiye derxistin lê hin hucreyên veşarî yên girêdayî rêxistinê car caran li welêt êrîşên terorî didomînin.

Dîroka nûkirinê: 08 Cotmeh 2018, 18:03
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE