DEAŞê li Kerkûkê agir berda zeviyan

Berpirsê Çapemeniya Midûriyeta Parastina Sivîl a Kerkûkê Kays Ebdurrezaq daxuyanî da û diyar kir ku mensûbên DEAŞê agir berî zeviyên ajotî yên li nêzî gundê Quşkayaya ser navçeya Dîbîşa Kerkûkê dan.

DEAŞê li Kerkûkê agir berda zeviyan

 Hat ragihandin ku DEAŞa rêxistina terorê li Kerkûka bajarê Iraqê agir berî zeviyên ajotî da.

Berpirsê Çapemeniya Midûriyeta Parastina Sivîl a Kerkûkê Kays Ebdurrezaq daxuyanî da û diyar kir ku mensûbên DEAŞê agir berî zeviyên ajotî yên li nêzî gundê Quşkayaya ser navçeya Dîbîşa Kerkûkê dan.

Ebdurrezaq destnîşan kir ku bi qasî 10 donim erdê cotkaran şewitî û gelek ekîbên agirkujiyê sewqî wê derê kirin.

DEAŞê di hezîrana sala 2014an da tevahiya wîlayetên Mûsil, Selaheddîn û Enbarê û qismekî Kerkûkê hildabû bin kontrola xwe û ew der di salên borî da ji DEAŞê hatibûn rizgarkirin.

Serokwezîrê berê yê Iraqê Heyder Ebadî di 9ê Berfanbara sala 2017an da gotibû ku ew li hemberî rêxistinê biserketine.

Ev 3 salin ku DEAŞ ji herêmê hatiye derxistin û bajarên di bin kontrolê da bûn hatine rizgarkirin lê digel vê rêxistin li herêmên dor û berên wîlayetên Kerkûk, Diyala, Mûsil, Selahaddîn û Enbarê êrîşên xwe didomîne.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE