DEAŞê li Kerkûkê du cotkar revand û kuştin

DEAŞa rêxistin terorê di hezîrana 2014an da tevahiyê Mûsil, Selaheddîn û Enbara wîlayetên Iraqê û qismekî Diyala û Kerkûkê zeft kiribû, heman herêm çend sal şûnda hatibûn xilaskirin.

DEAŞê li Kerkûkê du cotkar revand û kuştin

 Li Kerkûka bajarê Iraqê cinazeyê du cotkarên ku DEAŞa rêxistina terorê ew revandibû hat dîtin.

Midûrê Polêsan ê Kerkûkê Elî Kemal daxuyanî da nûçegihanê AAyê û wiha got, "Milîtanên DEAŞê du cotkarên ku li başûrê Kerkûkê revandibûn, ew kuştin."

Kemal diyar kir, cotkarên ku hatine kuştin ji gundê Hatuniyeyê yê navçeya Hewîceyê ne, ji derdora bajaroka Riyadê ya ku cesed lê hatin dîtin ra gelek mensûbên ewlehiyê hatin şandin û ji bo girtina êrîşkaran xebat dan destpêkirin.

DEAŞa rêxistin terorê di hezîrana 2014an da tevahiyê Mûsil, Selaheddîn û Enbara wîlayetên Iraqê û qismekî Diyala û Kerkûkê zeft kiribû, heman herêm çend sal şûnda hatibûn xilaskirin.

DEAŞ ji herêmê hat derxistin ji wê rojê hetanî nika 2 sal derbas bûn ligel vê rêxistin li dorberê Kerkûk, Diyala, Mûsil, Selaheddîn û Enbarê êrîşên xwe didomîne.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE