DEAŞê li Silêmaniyê êrîşî Pêşmergeyan kir: 3 kuştî, 2 birîndar

Hat gotin ku di êrîşê de 3 Pêşmerge hatin kuştin, 2 Pêşmerge jî birîndar bûn û ekîbên teqwiye şandin cihê bûyerê.

DEAŞê li Silêmaniyê êrîşî Pêşmergeyan kir: 3 kuştî, 2 birîndar

Di êrîşa ku DEAŞa rêxistina terorê li bajarê Silêmaniyê kir da 3 Pêşmerge hatin kuştin, 2 Pêşmerge jî birîndar bûn.

Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên herêmî hatin bidestxistin li bajaroka Gulecoya li ser navçeya Kifriyê nîşangirên DEAŞa rêxistina terorê êrîş bir ser yekîneyên Pêşmergeyan.

Hat gotin ku di êrîşê de 3 Pêşmerge hatin kuştin, 2 Pêşmerge jî birîndar bûn û ekîbên teqwiye şandin cihê bûyerê.

- Wezareta Pêşmergeyan bangî koalîsyona navneteweyî kir

Ji hêla din va di daxuyaniya nivîskî ya Wezareta Pêşmergeyan da hat diyarkirin ku piştî êrîşê hêzên Pêşmergeyan bersiva tund dan terorîstan û ew ji herêmê dûr xistin.

Di daxuyaniyê da bangî hêzên koalîsyona navneteweyî kirin ku piştgiriya ji bo hêzên Pêşmergeyan bêtir bê zêdekirin.

Hefteya borî jî li bajaroka Gulecoyê di navbera terorîstên DEAŞî û hêzên ewlehiyê da pevçûn derketibû û 2 kes hatibûn kuştin, 4 kes jî birîndar bûbûn.

DEAŞê di hezîrana 2014an da di serî da Mûsil ji 3 paran 1ê axa Iraqê bi dest xistibû û hêzên Iraqê di kanûna paşîn a 2017an da piraniya axa di destê DEAŞê da paşva sitandibû.

Digel ku DEAŞ ji herêmê hat derxistin û bajêr paşva hatin sitandin rêxistin bi taybetî li çolwarên Kerkûk, Diyala, Mûsil, Selahaddîn û Enbarê êrîşên xwe didomîne.AA

Dîroka nûkirinê: 05 Kanûn 2019, 17:31
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE