DEAŞê li Silêmaniyeyê êrîşî pêşmergeyan kir: 5 kuştî

Li gor nûçeyên çapemeniya herêmî DEAŞê duh şev li Kîfriya navçeya Silêmaniyeyê li herêma Kulecoyê êrîşî cihê pêşmergeyan kir

arşîv
DEAŞê li Silêmaniyeyê êrîşî pêşmergeyan kir: 5 kuştî

DEAŞa rêxistina terorê li Silêmaniyeya bajarê Herêma Kurdistana Iraqê êrîşî pêşmergeyan kir, di êrîşê da 5 pêşmerge hatin kuştin û 4 jî birîndar bûn.

Li gor nûçeyên çapemeniya herêmî DEAŞê duh şev li Kîfriya navçeya Silêmaniyeyê li herêma Kulecoyê êrîşî cihê pêşmergeyan kir.

Di êrîşê da 5 pêşmerge hatin kuştin û 4 pêşmerge jî birîndar bûn.

DEAŞa rêxistina terorê di sala 2014an da bi tevahiya Mûsil, Selahaddîn, Enbar û qismekî Diyala û Kerkûka bajarên Iraqê hildabû bin kontrola xwe lê ew herêm peyderpey ji destê rêxistinê hatibûn rizgarkirin.

Serokwezîrê Iraqê yê wê heyamê Heyder el-Ebadî di 9ê Çileya Pêşîn a 2017an da gotibû wan DEAŞ têk biriye û ew serfiraz bûne.

Ev nêzî 4 salan e ku Iraq ji DEAŞê hatiye paqijkirin, lê dîsa jî li hin herêman bi taybetî Mûsil, Selahaddîn, Enbar, Diyala û Kerkûkê êrîşên rêxistinê dewam dikin.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE