DEAŞa rêxistina terorê li Kerkûkê êrîşî bîra neftê kir

Berdevkê Midûriya Polêsên Kerkûkê Amir Nurî daxuyaniyek da û got ku li herêma Bay Hasanê li bakurê rojavayê bajêr ku lê bi dehan bîrên neftê hene bîra bi nimreya 105 hedef hat girtin. 

DEAŞa rêxistina terorê li Kerkûkê êrîşî bîra neftê kir

 Hat ragihandin ku mensûbên DEAŞa rêxistina terorê êrîş bir ser bîreke neftê ya li Kerkûka bajarê Iraqê. 

Berdevkê Midûriya Polêsên Kerkûkê Amir Nurî daxuyaniyek da û got ku li herêma Bay Hasanê li bakurê rojavayê bajêr ku lê bi dehan bîrên neftê hene bîra bi nimreya 105 hedef hat girtin. 

Nurî da zanîn ku piştî êrîşê di bîrê da şewat derket û ragihand ku demildest midaxeleyî şewatê kirin û şewat tefandin. 

Nurî agahî da ku mensûbên DEAŞa rêxistina terorê êrîş kiriye û got ku di demek kurt da şewat hat tefandin ji ber vê jî bîra neftê nema bin bandora şewatê da.

DEAŞa rêxistina terorê di hezîrana 2014an da temamiya wilayetên Mûsil, Selahaddîn û Enbarê yên Iraqê, qismeke bajarên Diyala û Kerkûkê bi dest xistibû û cihên navborî bi demê ra ji rêxistinê paşda hatibûn sitandin. 

Heyder el-Îbadiyê Serokwezîrê Iraqê yê berê di 9ê kanûna pêşîn a 2017an da eşkere kiribû ku dijî DEAŞê bi ser ketin. 

Digel ku ji ser ra 4 sal derbas bû ku Iraq ji DEAŞê hat paqijkirin rêxistin li cihên çolwar ên rêxistinê êrîşên xwe didomîne. AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE