"Dem hatiye ku dawiyê li rejima Maduro bînin"

Pence got ku ji bo Venezuelayê êdî tu rêyên diyalogê nemane û hemû alternatîfên midaxeleyê li ser maseyê ne.

"Dem hatiye ku dawiyê li rejima Maduro bînin"

 Arîkarê Serokê Amerîkayê Mîke Pence got ku êdî dema dawîkirina rejima Maduro hatiye û ji bo hemû alternatîfên midaxeleyê li ser maseyê ne. 

Pence li eyaleta Mîamiyê bi xelkê Venezuelayê re hat bal hev. Pence got ku êdî wexta xebatên dijî 'rejima' Maduro hatiye û wiha got: "Rêveberiya Washîngtonê ji bo ku Juan Guadîo Serokê Meclisa Venezuelayê bibe îqtidar dixebite. Dem hatiye ku dawiyê li rejima Maduro bînin."

Pence got ku ji bo Venezuelayê êdî tu rêyên diyalogê nemane û hemû alternatîfên midaxeleyê li ser maseyê ne.

Juan Guaîdoyê Serokê Meclisa Neteweyî ya ku piraniya wê di destê mixalefetê de ye di mitînga mixalifan de xwe wekî "serokdewletê berwext" îlan kiribû û di serî de Amerîka, welatên wekî Awistralya, Kanada, Kolombiya, Perû, Ekvador, Paraguay, Brezîlya, Şîlî, Panama, Arjantîn, Kosta Rîka û Guetemala ew nas kiribûn.

Meksîka, Tirkiye, Rûsya, Kuba, Çîn û Bolîvyayê jî piştgiriya xwe ya ji bo hikûmeta Nîcolas Maduroyê Serokdewletê Venezuelayê dubare kiribûn, Maduro jî li ser geşedanan îlan kiribû ku bi Amerîkayê re têkiliyên dîplomatîk û polîtîk birîne lê belê têkiliya bazirganî dewam dike.

Dîroka nûkirinê: 05 Çile 2019, 16:40
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE