Dema berhevkirina alûçeyan e

Cotkarên Efrînî her sal van çaxan hilûyên xwe berhev dikin û difiroşin.

Dema berhevkirina alûçeyan e

Efrîn warê fêkî û sebzeyan e. Cotkar her sal van çaxan dest bi berhevkirina hin fêkiyên xwe dikin. Niha jî cotkarên li herêmê hilûyan kom dikin û difiroşin.

Li Efrînê gelek darên fêkiyan hene. Corkarên herêmê her sal van çaxan hin fêkiyên xwe berhev dikin û difiroşin. Yek ji wan jî alûçe bi gotineke din hilû ne.

Îsal jî dema berhevkirina hilûyan hat û cotkaran dest bi kar kir.

Alûçeyên xwe pêşî ji daran kom dikin, dûv re li erdê paqij dikin û dixin kîsikên firotinê.

Kîloya hilûyan îsal kêm û zêde bi 3 lîreyan tê firotin.

Cotkar dibêjin îsal darên me delal girtine lê belê bihayê firotinê hinek kêm e.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE