Dema berhevkirina gûzan

Cotkarên Efrînî berên xwe radikin

Dema berhevkirina gûzan

Di warê çandîniyê de Efrîn bajarekî bibereket e. wekî gelek fêkiyan cotkar gûzan jî datînin û digihînin. Cotkarên Efrînê beriya payîzê dest bi komkirina gûzan dikin.

Li Efrînê mîna gelek fêkiyan gûz jî digihên.

Wekî her sal îsal jî dema komkirina wan e.

Cotkarên Efrînî dest bi komkirina gûzan dikin.

Di darên biçûk de nêzî 5 hezar di darên mezin de jî derdora 10 û 20 hezar gûz hene.

Bajar wekî gelek fêkiyan di warê gûzan de jî bi nav û deng e.

Gûzên ku tên komkirin him bi kîloyan him jî bi lib û lib tên firotin.

Li bajêr di şîraniyan de herî zêde gûzên Efrînê tên bikaranîn.

Dîroka nûkirinê: 31 Tebax 2019, 13:26
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE