Demokrat dê îro hincetên ji bo ezilkirina Trump eşkere bikin

Hat îdiakirin ku Trump dê bi du serenavên wekî "xirab bikaranîna peywirê" û "nehiştina xebata Kongreyê" dê bê sûcdarkirin...

Demokrat dê îro hincetên ji bo ezilkirina Trump eşkere bikin

Hat ragihandin ku Komîteya Edaletê ya Nûneran a Amerîkayê û komîteyên eleqedar ên din ên bin kontrola demokratan da dê îro ji bo raya giştî "hincetên ezilkirinê" yên der barê Serok Donald Trump da eşkere bikin.

Çavkaniyên Kongreyê ji çapemeniya Amerîkayê ra axivîn û diyar kir ku di serî da Komîteya Edaletê serokên Komîteya Îstixbaratê û komîteyên din ên ku piştgirî didin pêvajoyê dê îro daxuyaniyeke hevpar bidin.

Hat ragihandin ku dê di daxuyaniya hevpar da daneyên ku di komîteyên navborî da hatine bidestxistin û hincetên hiqûqî yên ji bo ezilkirina Trump ên ku li gor rûniştinên di Komîteya Edaletê da hatin kirin da dê bên bikaranîn bên eşkerekirin.

- Tê payîn ku bi du sûcan bê sûcdarkirin

Ji hêla din va di nûçeyên di çapemeniya Amerîkayê da derketin da hat îdiakirin ku Demokrat dê Trump ji ber "xira bikaranîna peywirê" û "nehiştina xebata Kongreyê" sûcdar bikin.

Li gor vê Trump dê bê sûcdarkirin ku di axaftina bi telefonê ya bi Vladîmîr Zelenskiyê Serokdewletê Ukraynayê ra kir da hewl daye ku dijî reqîbê xwe yê siyasî Joe Bîden da koz bi dest bixe û paşê nehiştiye Kongreya li ser vê pêvajoyê lêpirsînê dike karê xwe bike.

Tê payîn ku Komîteya Edaletê piştî civîna çapemeniyê ya îri roja çarşem an jî pêncşemê nîqaşên der barê naveroka madeyên navborî da nîqaşan bike û dengdayîna wan bike.

- Di Lijneya Giştî da dibe ku beriya dawiya salê dengdayîn bê kirin

Piştî ku komîteyê ev dengdayîn kir pêvajoya ezilkirinê dê bişînin Lijneya Giştî ya Meclisa Nûneran.

Demokratan berê gotibûn ku ji ber betlaneya Noelê ya ku nêz dibe dixwazin ku dengdayîna navborî li Lijneya Giştî bikin. Piştî vê dengdayînê bi destpêka sala nû va pêvajoya ezilkirina Trump dê bikeve Senatoya ku lê piranî Komarparêz hene.

- Lêpirsîna ezilkirina Trump

Peywendiya têlefonê ya di navbera Serokê Amerîkayê Donald Trump û Serokê Dewleta Ukraynayê Vladîmîr Zelenskiy ya di tîrmehê da bûbû sedem ku Demokratên di Kongreya Amerîkayê da li dijî Trump lêpirsîna ezilkirinê vekin.

Hatibû îdiakirin ku Trump di peywendiya bi têlefonê ya bi Zelenskiy ra da ji vî welatî xwest ku der heqê kurê Joe Bidenê namzedê serokatiyê yê ji Partiya Demokrat da lêpirsînê veke. 

Seroka Meclisa Nûneran Nancy Pelosiyê di 24ê îlonê da eşkere kiribû ku bi hinceta "zirarê daye ewlehiya neteweyî ya Amerîkayê" û "îxanetê sonda serokatiyê kiriye" pêvajoya ezilkirina Trump dan destpêkirin. Meclisa Nûneran di 31ê cotmehê da ji bû ûsulên lêpirsîna ezilkirinê deng dabû û biryar dabû ku rûniştinên ji raya giştî ra vekirî bên kirin.

Rûniştinên ji raya giştî ra vekirî yên li Komîteya Îstixbaratê ya Meclisa Nûneran da jî di 13-21ê sermawezê da hatibûn kirin. Komîteya Îstixbaratê rapora 300 rûpelî ya sûcdarkirina Trump roja sêşemê ji raya giştî ra eşkere kirbû û rapora navborî şandibû Komîteya Edaletê. Komîteya Edaletê rûniştina ewil a der barê lêpirsîna ezilkirinê da roja çarşemê kirbû û rûniştina duyemîn jî roja duşemê kirbû.

Li gor qanûnên Amerîkayê di encama rapora lêpirsînê ya ku dê komîteyên eleqedar amade bikin da heke serlêdana ezilkirinê di Komîteya Edaletê da bê qebûlkirin dê li Lijneya Giştî ya Meclisa Nûneran dengdayîn bê kirin.

Pêşnûmaya dozê heke ji hêla piraniya endamên Meclisa Nûneran va bê qebûlkirin dê vê carê bişînin Senatoya ku lê piranî Komarparêz hene û dê pêvajoya darazê ya Trumpê Serokê Amerîkayê dest pê bike.

Trump jî lêpirsîna ezilkirinê wekî "nêçîra pîrebokan" dinirxîne û ji serî va dibêje ku bêsûc e.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE