"Demokrat heke min ezil bikin, ev tê wê meneyê ku ew dîn bûne"

Trump bi rêya telefonê beşdarî bernameyeke televizyona Fox Newsê ya bi navê "Fox & Friends"ê bû û der barê rojevê da axivî.

"Demokrat heke min ezil bikin, ev tê wê meneyê ku ew dîn bûne"

 Serokê Amerîkayê Donald Trump der barê lêpirsîna ezilkirinê da wiha got: "Demokrat heke min ezil bikin, ev tê wê meneyê ku ew dîn bûne."

Trump bi rêya telefonê beşdarî bernameyeke televizyona Fox Newsê ya bi navê "Fox & Friends"ê bû û der barê rojevê da axivî.

Serok Trump der barê lêpirsîna ezilkirinê da wiha axivî: "Heke di destê we da tiştek tunebe, ezilkirina serokekî bi ya min pir zehmet e."

Trump got heke doza ezilkirinê ji Meclisa Nûneran derbas bibe û mehkeme wê li Senatoyê çêbibe û wiha dewam kir: "Ez dixwazim mehkemeyek çêbibe. Tu tiştek li holê tune."

Trump anî ziman axaftina wî ya bi Serokê Ukraynayê Vladîmîr Zelenskiy ya li ser telefonê li gor usûlan e û wiha dewam kir: "Demokrat heke min ezil bikin, ev tê wê meneyê ku ew dîn bûne."

- "Li gor fikra min muxbîr sexte ye"

Trump di bernameyeke li Qesra Spî ya der barê lêpirsîna eziklirinê da jî wiha got: "Li hemberî lîstikeke mezin a bi navê ezil me hefteyeke nuwaze derbas kir. Me piştgiriyeke mezin hilda. Ez wisa zen dikim Partiya Komarparêz beriya vê piştgiriyeke evqas mezin nedîtibû."

Der barê muxbîrê ku hevdîtina Trump û Zelenskiyê îxbar kir da jî Trump wiha axivî: "Muxbîrê çi? Li gor fikra min li holê muxbîrek tune, ez wisa zen dikim muxbîr sexte ye. Lewra tiştên ku wî di rapora xwe da nivîsiye û yên mi li ser telefonê gotine hevdu nagrin."

- Lêpirsîna der barê ezilkirina Donald da

Serokê Amerîkayê Donald Trump di meha tîrmehê da bi Serokê Ukraynayê Vladîmît Zelenskiy ra li ser telefonê axivîbû.

Hatibû îdiakirin ku Trump di peywendiya bi têlefonê ya bi Zelenskiy da ji vî welatî xwest ku der barê Joe Bidenê namzedê serokatiyê yê ku reqîbê wî ye û malbata wî da lêpirsînê veke, heke ew lêpirsînê vekin ew ê alîkariyê bide Ukraynayê.

Li ser van îdiayan Demokratên Kongreya Amerîkayê lêpirsîna ezilkirinê dabûn destpêkirin.

Trump jî li ser van îdiayan gotibû ku xeberdana wî û Zelenskiy bi temamî li gor usûl û qaîdeyan e. Herwiha li gorî çapemeniya Amerîkayê, Trump beriya axaftina têlefonê alîkariya bi 400 milyon dolarî ya ji bo Ukraynayê dabû sekinandin ku vê bal kişandibû. 

Qesra Spî jî qeyda axaftinê ya nivîskî parve kiribû û îdia kiribû ku eleqeya mijara alîkariyê û xeberdana têlefonê bi hev ra tuneye.

Meclisa Nûneran meha çûyî usûlên lêpirsîna ezilkirinê dabûn destpêkirin û biryar dabûn ku rûniştinên lêpirsînê ji raya giştî ra bên kirin. Rûniştina ewil hefya çûyî roja çarşemê çêbûbû.AA

Dîroka nûkirinê: 23 Mijdar 2019, 16:46
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE