Demokratan ji Qesra Spî belgeyên Ukraynayê xwest

Demokratên Kongreya Amerîkayê ji Qesra Spî belgeyên hevdîtina Trump bi Serokê Dewleta Ukraynayê Vladîmîr Zelenskî ra kiribû, xwestin

Demokratan ji Qesra Spî belgeyên Ukraynayê xwest

Demokratên Kongreya Amerîkayê ji Qesra Spî belgeyên hevdîtina Trump bi Serokê Dewleta Ukraynayê Vladîmîr Zelenskî ra kiribû, xwestin. 

Nîqaşên li ser lêpirsîna ji bo ezilkirina Donald Trumpê Serokê Amerîkayê dewam dikin. Demokratên endamên Kongreya Amerîkayê pêngaveke din jî avêtin û ji Qesra Spî belgeyên Ukraynayê xwestin. 

Komîteya Kontrolkirina Meclisa Nûneran û Reformê di bin sîwana Demokratan da wezîfeyê dike. Nameya ji bo belgeyan ji hêla komîteyê ji Mîck Mulvaneyê Wekîlê Qelema Taybet ya Qesra Spî ra hat şandin. 

Di nameyê da ji Qesra Sipî belge û dokumanên hevdîtinên Trump yên bi Vladîmîr Zelenskî Serokê Dewleta Ukraynayê ra hatin xwestin. 

Trump dibe bersivê nede

Der barê mijarê da ji Qesra Spî hê tu daxuyanî nehatin dayîn. Trump duh daxuyaniyek dabû û gotibû dibe ku bersivê nededaxwazên demokratan. 

AA

Dîroka nûkirinê: 08 Cotmeh 2019, 17:38
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE