Der barê Asirî û Qehtanî da biryara qefaltinê hat dayîn

Di lêpirsîna kuştina Cemal Kaşikçiyê rojnamevanê Siûdî da ji bona Ehmed el-Asiriyê Alîkarê Serokê Îstixbarata Siûdî yê berê û Siûd el-Qehtaniyê şêwirmendê berê yê Mihemed bîn Selmanê Mîrzeyê Welîehd yê Erebistana Siûdî biryara qefaltinê hat dayîn.

Di lêpirsîna bi destê Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê tê meşandin da ji ber bûyera Cemal Kaşikçiyê rojnamevanê Siûdî û nivîskarê Washington Postê ku li Serkonsolosxaneya Stenbolê ya Erebistana Siûdî hatibû kuştin serdozgeriyê daxwaz kir ji bona Ehmed el-Asiriyê Alîkarê Serokê Îstixbarata Siûdî yê berê û Siûd el-Qehtaniyê şêwirmendê berê yê Mihemed bîn Selmanê Mîrzeyê Welîehd yê Erebistana Siûdî biryara qefaltinê bê derxistin.

Hakimtiya cezayê silhê ya nobedar daxwaz nirxand û der barê Asiriyê Alîkarê Serokê Îstixbarata Siûdî yê berê û Qehtaniyê şêwirmendê berê yê Mîrzeyê Welîehd da biryara qefaltinê derxist.

AA

Dîroka nûkirinê: 05 Kanûn 2018, 12:43
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE