Der barê kuştina Cemal Kaşikçi da îdianameyeke duyemîn hat amadekirin

Serdozgeriya Komarê ya İstanbulê li ser kuştina rojnameger Cemal Kaşikçi der heqê 6 gumanbarên ehlên Erebistana Siûdî da îdianameyeke duyemîn amade kir

Der barê kuştina Cemal Kaşikçi da îdianameyeke duyemîn hat amadekirin

Ji ber kuştina Cemal Kaşikçiyê rojnamevanê Siûdî yê nivîskarê Washîngton Postê ku di 2yê Cotmeha 2018an li Serkonsolosxaneya İstanbulê ya Erebistana Siûdî hat qetilkirin îdianaemeyek duyemîn hat amadekirin.

Di îdianameya bo 6 gumanbarên ji Erebîstana Siûdî ku 2 jê xebatkarên Serkonsolosxaneya Erebîstana Siûdî ya İstanbulê bûn da cezayê hebsê hat xwestin.

Serdozgeriya Komarê ya İstanbulê di çarçoveya lêpirsîna kuştina Cemal Kaşikçiyê rojnamevanê Siûdî yê nivîskarê Washîngton Postê tê birêvebirin da îdianameya duyemîn amade kir.

Îdianameya duyemîn a der barê 6 gumanbarên firarî ya ku ji 41 rûpelî pêk tê ji alî serdozgeriyê va hat mohrkirin û ji bo bi doza sereke ya 20 kes tên darizandin va bê girêdan jî ji Dadgeha Cezayê Giran 11mîn a İstanbulê ra hat şandin.

Di îdianameyê da ji bo muavîn konsolos Sultan Yahya A. û ateşe Yasîr Halit M. ji ber sûcê "bi plankirî û awayek hovane mirov kuştin" cezayê hebsê ya muebeda girankirî û ji bo gumanbar Ahmet Abdulazîz M., Khalîd Yahya M., Mohammed Îbrahîm A. û Obaîd Ghazî A. yê welatiyên Erebîstana Siûdî ne jî ji ber sûcê "delîlên sûc ji holê rakirin, veşartin û yan jî guhertinê" ji 6 mehan heta 5 salan cezayê hepsê hat xwestin.

Di îdianameyê da hat gotin 2 xebatkarên konsolosxaneyê yên di nav tîma kuştinê da û 4 gumanbarên ku piştî kuştinê çûn cihê bûyerê û delîl ji holê rakirin û paşê jî ji Türkiyeyê çûn.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE