Li gor nûçeya Straît Tîmesê Celîne Ng-Chana ku di adarê da bi Kovîd-19ê ket di 7ê sermawezê da welidî.
Doxtoran di dergûşê kurîn ê ku navê Aldrîn lê kirin da rastî antîkorên Kovîd-19ê hatin û hat dîtin ku di dayikê da antîkor nemaye.
Dayika 31 salî Ng-Chan dema ku bi Kovîd-19ê ket nîşaneyên nexweşiyê pê ra hebûn lê rewşa wê giran nebû û du hefte û nîv li nexweşxaneyê hat dermankirin û got ku "Doxtorê min wisa difikire ku antîkora min a Kovîd-19ê di dema hemla min da derbasî kurê min bûye."
AA