Dergûşa Îdlibî Xadirê bereksê bombeyên Ûris dê bijî

Malbata dergûş Xadirê, şîna dapîr û xalê wê ku bi bombeyan can dan, digire.

Dergûşa Îdlibî Xadirê bereksê bombeyên Ûris dê bijî

Li Îdliba parêzgeha Sûriyeyê dergûş Xadira ku di êrîşên asîmanî yên Rûsyayê da birîndar bû û ji malbata wê jî 2 kes hatin kuştin, di berxwedana xwe ya jiyanê da bi ser ket, lêbelê xetereya li ser jiyana xweha wê dewam dike.

Li Sûriyeyê êrîşên rejima Esed û alîgirê wê Rûsyayê yên dijî wargehên li Îdliba li rojavayê bakurê welêt ku sivîl dibin hedef, dewam dikin.

Li gorî zanyariyên çavdêrxaneya balafiran a mixalifan, hefteya çûyî li başûrê Îdlibê gundê Cîzraya ji bejayê bû hedefa hêzên rejimê, ji asîman jî bû hedefa hêzên Rûsyayê.

Li gund dîmenên dergûş Xadira 21 rojî ya malbateke ku ket ber êrîşê, li ser medyaya civakî gelekî deng vedabû.

Xadira ku rakiribûn unîteya nexweşên giran a nexweşxaneyê, di têkoşîna xwe da bi ser ket û bi saxî ji unîteyê derket. Lêbelê xetereya li ser jiyana xweha wê Rahafa 5 salî ku di unîteya nexweşên giran da ye dewam dike.

Malbata dergûş Xadirê, şîna dapîr û xalê wê ku bi bombeyan can dan, digire.

 "Nişkêva derî û pace firîn"

Diya dergûş Xadirê Um Waîdê di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnêrê AAyê da wiha got, "Wê rojê êvarê min sifre danîbû. Roket ketin kêleka mala me. Nişkêva derî û pace firiyan. Dû ra mala me bû hedefa êrîşa asîmanî. Di êrîşê da diya min û birayekî min şehîd bûn. 4 xwîşkên min birîndar bûn. Xadir birîndar bû. Keça min a mezin hê jî di unîteya nexweşên giran da ye. Ma me çi li wan kiriye? Çima vê zilmê dikin? Ma merhemeta we nemaye?"

 "Ma ez wan ji merzel derxim"

Um Waîdê bal kişand ku bavê wê piştî êrîşê aqlê xwe tevlihev kir û wiha got, "Ka ez ê êdî çawa dê û birayê xwe bibînim? Ma ez wan ji merzel derxim? Ka kes tune ku me xilas bike? Em ji bin kavil derxistin û dan ser serê hevdu."

Um Waîdê got ku keça wê ya 21 rojî Xadir ji unîteya nexweşên giran derket û wiha got, "Gelî mirovên ku rewşa me dibînin, ma hûn nikarin dawiyê vê yekê bînin? Ma hûn nikarin alîkariya me bikin?"

Doktorê Nexweşxaneya Navendî ya Îdlibê Mihemed Abraş jî diyar kir ku Xadirê ji serê xwe û ji dora çavê xwe birîndar bû û tedawiya wê dewam dike û wiha dewam kir, "Şikir ji Xwedê ra Xadir qenc dibe. Xweha wê ya 5 salî hê jî di unîteya nexweşên giran da ye û xetereya li ser jiyan wê dewam dike. Midaxeleya cerahî hat kirin."

AA

Dîroka nûkirinê: 12 Kanûn 2019, 17:39
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE