Deriyê Sînor Husrewî yê di navbera Îran û Iraqê da, ku di çarçoveya tedbîrên cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) da meha adarê hatibû girtin, ji çûn û hatina bazirganiyê vebû.
Li gorî nûçeya ajansa fermî ya Îranê IRNAyê, Berdevkê Midûriyeta Gumrika Îranê Ruhullah Latîfî ragihand ku sînordarkirina ji bo Deriyê Sînor Husrewî yê li Qesra Şirîna navçeya Kirmanşahê hat rakirin.
Latîfî wiha got, "Deriyê Sînor Husrewî ku dikeve navbera Kirmanşaha Îranê û Diyaleya Iraqê îro jinûva hat vekirin. Sînordarkirineke Iraqê ya li ser derbasbûna malê ji aliyê Îranê va tuneye."
Qaymeqamê Qesra Şirînê Mûrad Elî Teter jî diyar kir ku deriyê sînor vêga bi tenê ji bo çûn û hatina bazirganiyê hat vekirin.AA