Deriyê Sînor ê Refahê yê navbera Xeze û Misrê ji bo herdu aliyan vebû

Deriyê Sînor ê Refahê yê navbera Xeze û Misrê ji bo herdu aliyan vebû

 Rêvebiriya Misrê deriyê Refahê ji herdu aliyan va vekir. Ev derî tekane deriyê Xeta Xezeyê ye ku ji dinyayê ra vedibe.

Li gor daxuyaniya nivîskî ya ku ji Wezaret Karên Navxweyî ya li Xezeyê hat dayîn, bi vebûna Deriyê sînor ê Refahê ra otobêsên ku wê derbasî Misrê bibin, wê ji Xezeyê ra avêrê bibin.

Di daxuyaniyê da hat gotin ku otobêsên ku rêwiyên wê vegerin herêmê tê da ne jî wê danê nîvro têkevin herêmê.

Agahî nehat dayîn bê ka derî wê çi qas dem vekirî bimîne.

Duh wexta ku li Qahireya paytextê Misrê tevgerên Hemas û Fethê wê li ser Filistînê dest bi hevdîtinên diyalogê bikira, Berdevkê Wezareta Karên Navxweyî û Ewlehiya Neteweyî Îyad el-Bezm jî di heman demê da got ku deriyê Refahê wê vebe.

Misrê hefteya çûyî ji bo 4 rojan Deriyê Sînor ê Refahê ji bo herdu aliyan vekiribû.

Ji bo tevdîrên vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) derî hatibû girtin û carinan seba çend rojan vedikin.

Ji bilî Refahê hemû deriyên Xeta Xezeyê di kontrola Îsraîlê da ne.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE