Deriyê Sînor Zurbatiyah ê di navbera Iraq û Îranê da ji bo bazirganiyê vedibe

Saziya Deriyên Sînor ên Iraqê deriyê navborî 8ê adarê ji ber Kovîd-19ê girtibû

Deriyê Sînor Zurbatiyah ê di navbera Iraq û Îranê da ji bo bazirganiyê vedibe

 Iraqê biryar da, Deriyê Sînor Zurbatiyah ê li ser sînorê Îranê ku di çarçoveya têkoşîna dijî Kovîd-19ê da hatibû girtin, hefteyê du caran ji bo çûn û hatina bazirganiyê veke.

Serokê Saziya Deriyên Sînor ên Iraqê Omer el-Waîlî di daxuyaniya xwe ya nivîskî da diyar kir ku Deriyê Sînor Zurbatiyah ê li bajarê Wasitê hefteyê du rojan dê ji bo çûn û hatina bazirganî ya di navbera Iraq-Îranê da vekirî bimîne û di herdu rojên navborî da jî dê tenê destûra derbasbûna 250 kamyonî were dayîn.

Waîlî diyar kir ku bi vê yekê va armanca wan ew e ku alavên xurek û çandiniyê ji bo bazarên herêmî werin dabînkirin û îstiqrara bihayan were parastin. Waîlî her wiha got ku tedbîrên pêwîst ên tenduristiyê hatin wergirtin.

Saziya Deriyên Sînor ên Iraqê di çarçoveya têkoşîna dijî Kovîd-19ê da 5 deriyên sînor ên ku li Îranê vedibin yên bi navê Eş-Şelamce (Besra), Eş-Şit (Meysan), Zurbatiyah (Wasit), El-Munziriye û Mendîlî (Diyale) di 8ê adarê da girtibûn.AA

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE