Deriyên Mescida Eqsayê ku polêsê Îsraîlê girtibûn, cardin vebûn.
Midûrê Weqfa Mescida Eqsayê Şêx Omer el-Kiswanî daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku deriyên Mescida Eqsayê çend saet girtî man û paşê vebûn.
Şêx Kiswanî diyar kir ku polêsên Îsraîlê êrîşî misilmanên Harema Şerîfê û wezîfedarên weqfê kir û li wan xist û gelek Filistînî binçav kirin.
Kiswanî got ku polêsan paşê deriyên Mescida Eqsayê girtin û di nav hewşa Harema Şerîf da dan peyê Filistîniyan.
AA