Deriyên sînor ên di navbera Iraq û Sûriyeyê da

Wezîrê Karên Derva yê Iraqê Îbrahîm el-Ceferî ligel Wezîrê Karên Derva yê rejima Esed, Welîd el-Muallîm mijara vebûna deriyên sînor axivî

Deriyên sînor ên di navbera Iraq û Sûriyeyê da

Wezîrê Karên Derva yê Iraqê Îbrahîm el-Ceferî ligel Wezîrê Karên Derva yê rejima Beşar Esed, Welîd el-Muallîm mijara vebûna deriyên sînor axivî.

Li gorî daxuyaniya nivîskî ya Wezareta Karên Derva ya girêdayî rejima Esed, di hevdîtina Ceferî ku li Şamê ye û Muallîm da hat balkişandin, pêwîstî pê heye ku deriyên sînor bilez vebin.

Herwiha di daxuyaniyê da zanyarî nehat dayîn bê ka di mijara deriyên sînor ên ku ev çend sal in girtî ne da, dê kengî gav bê avêtin.

Ceferî di çarçoveya ziyareta xwe ya 2 rojan da duh çûbû Şamê. Li ser sînorê Iraq û Sûriyeyê ku 600 kîlomêtro dirêj e, deriyên sînor Rebîe, El-Qaîm û El-Welîd hene.

AA

Dîroka nûkirinê: 16 Cotmeh 2018, 10:02
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE