Derket holê ku 11 eskerên Amerikayê piştî êrîşê tên dermankirin

CENTCOMê diyar kir ku hetanî nika 8 esker şandin Landstuhlê 3 esker şandin Arîfcanê

Derket holê ku 11 eskerên Amerikayê piştî êrîşê tên dermankirin

Fermandariya Hêzên Navendî ya Amerikayê (CENTCOM) diyar kir ku piştî êrîşa İranê biribû ser Baregeha Eyn el-Esed a li Irakê ya Amerikayê 11 eskerên di êrîşê da mêjiyê wan lerizîbûn sewqî navenda tenduristiya eskerî yên li Kuveyt û Almanyayê kirin.

Mîralay Bîll Urbanê Berdevkê CENTCOMê got, "İranê di 8ê rêbendanê da êrîşî Baregeha Eyn el-Esedê kir tu eskerekî Amerikayê nemir, lê ji ber teqînan mêjiyê hin eskeran lerizî û dermankirina wan dewam dike."

Urban got li gor prosedurê dema teqînek çêbe eskerên li herêmê ji kontrolê derbas dikin û wiha pê da çû: "Ji bo tevdîrê me piştî êrîşê esker ji kontrolê derbas kirin, hinekên wan şandin Navenda Tenduristiya Herêma Landstuhlê ya li Almanyayê û hinekên wan jî şandin Tesîsên Kampa Afîrcanê ya li Kuweytê.

Urban got piştî dermankirinê eskerê vegerin Irakê û wiha pê da çû: "Hetanî nika 8 esker şandin Landstuhlê 3 esker şandin Arîfcanê."

Amerikayê di 3yê rêbendanê da li tanga Balafirgeha Bexdayê êrîşî Qasim Silêmaniyê Fermandarê Hêza Qudsê ya Mihafizên Şoreşa İranê kiribû û ew kuştibû, li ser vê İranê di 8ê rêbendanê da fuze avêtibûn baregehên Amerikayê yên li Irakê.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE