Derket holê li Senegalê 750 pelîkan ji ber şewba çivîkan telef bûn

Derket holê li Senegalê 750 pelîkan ji ber şewba çivîkan telef bûn

Hat ragihandin, li bakurê Senegalê li parqeke çivîkan 750 pelîkan ji ber şewba çivîkan telef bûn.

Wezîrê Hawirdorê Abdou Karim Sall di daxuyaniya da radyoya Rfmyê da ragihand, 750 pelîkanên ku li Parqa Çivîkan a Djoudjê ya li herêma Saint-Louisê 23yê Rêbendanê hişk bûn, ji ber şewba çivîkan telef bûn.

Sall bal kişand ku ji ber vê çendê parq ji ziyaretan ra hat girtin û her wiha ew hişyarî jî anî ziman, ji ber ku serdema koçê ye, dibe ku newxweşî zû belav bibe.

Parqa Çivîkan a Djoudjê ku di Lîsteya Kelepora Cihanî ya UNESCOyê da ye, li qada 16 hezar hektarî 400 cinsên çivîkan dihewîne.

Li parqê 23yê Rêbendanê 750 pelîkan ji ber sedemeke nediyar hişk bûbûn û mirar şandibûn otopsiyê.

Li Senegalê waqieya yekemîn a şewba çivîkan serê rêbendanê li herêma Thiesê li çewlikeke mirîşkan da derketibû holê.

Ji bo ku vîrus belayî welatên cîran nebe Gambiya, Burkina Faso, Malî û Morîtanyayê îtxalata heywanên bibask ji Senegalê rawestandibûn.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE