Dermankirina birîndarên Qulpê dewam dike

Dermankirina karkerên ku di encama êrîşa PKKya rêxistina terorê da li Qulpa navçeya Diyarbekirê birîndar bibûn dewam dike

Dermankirina birîndarên Qulpê dewam dike

Dermankirina karkerên ku di encama êrîşa PKKya rêxistina terorê da li Qulpa navçeya Diyarbekirê birîndar bibûn dewam dike.

Di 12ê îlonê da terorîstên PKKyî li texma Axaçkorura gundê Qulpê bi teqemeniya destan çêkiribûn va êrîş kiribûn û Îhsan Çelîkbîlekê 43 salî, Mehmet Bozyelê 17 salî, Ahmet Ayê 23 salî, Sînan Dîgerê 45 salî, Abît Yildizê 22 salî, Omer Yildizê 15 salî û Sîraç Yildizê 26 salî di êrîşê da şehîd bibûn.

Di êrîşê da 2yê wan giran bi tevahî 10 kes jî birîndar bibûn. Dermankirina 2 birîndaran li beşa giran a Nexweşxaneya Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Dîcleyê dewam dike.

Karkerên birîndar yên ku ji êrîşê xilas bibûn gotin ku ev tişta ku bi serê wan hatiye tu carî ji bîr nakin.

- Guhê karkerekî kerr bû

Ji birîndaran Zeynel Abidin Yildizê 21 salî daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku guhê wî yê rastê ji ber êrîşê bitemamî kerr bûye û wiha axivî:

"Ez nikarim serê xwe rast bigirim. Dema gazî min dikin ez baş nabihîzim. Bi destan û îşaretan ez bi wan re diaxivim. Tu dîn û îmana wan tune ye. Dînê wan hebiya ev tişte bi serê me nedihat."

- "Ji malbatan min gelek kes şehîd kirin"

Ji bavê birîndaran Eref Yildiz ji ber êrîşê bertek nîşanî rêxistina terorê da û wih axivî:

"Di êrîşên rêxistina terorê da ji malbata min jî gelek kes hatin şehîd kirin. Heman rêxistinê îro kurê min jî birîndar kirin. 2 neviyên min hene. Niha ma bêçare û mexdûr bû. Armanca kurê min debara malbata wî bû."

- Çavekî wî kor bû

Ji birîndaran Mahsum Ekmenê 21 salî hê li nexweşxaneyê di beşa nexweşiyên giran de tê derman kirin. Di êrîşê da çave Ekmen yê rastê kor bû û xetereya wî ya mirinê hê dewam dike.

Li heman nexweşxaneyê dermankirina Necat Çelîkbîlekê 26 salî jî dewam dike. Di êrîşê de mejî û pişên Çelîkbîlek zirar dîtin û rewşa wî giran e.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE