Meqamên Ukraynayê ragihand, destûr hat dayîn ku ji Mariupola Rûsyayê dorpêç kiriye, konvoyeke texliyeyê derkeve.
Alikare Şaredarê Mariupolê Petro Andryuscenko daxuyani da û diyar kir, hêzên Ûris destûr dan ku şêniyen Mariupolê bi wesayîtên xwe texliye bibin û derbasî Zaporojiyayê bibin. Hat gotin ku di konvoya texliyeyê da di navbera 500 û 1000î da wesayît hene.
Hat gotin, hêngî ku şerê Rûsya û Ukraynayê dest pê kiriye, ev texliyeya herî mezin e ku ji Mariupolê di carekê da çêbû. Hêzên Ûris 3 rojan konvoy da sekinandin û paşê destûr dan.