''Dewleta me bi hemû îmkanên xwe li cem dayikan e''

''Dewleta me bi hemû îmkanên xwe li cem dayikan e''

Wezîrê Edaletê Abdulhamît Gul, "Ciyê zarok û ewladan çiya nîne, divê li cem dayikên xwe bin. Divê ev zarok li dibistanê bin. Divê li çiyê nebin. Dewleta me bi hemû îmkan û saziyên xwe li cem dayikan e. Di vê mijarê da em ê têkoşîna dijî terorê jî bi biryardarî bidomînin. Hawara dayikan wê dawiyê li terorê bîne."

Abdulhamît Gul tevî Waliyê Diyarbekirê Munîr Karaloglu û Parlamenterên AK Partiyê yên Diyarbekirê Mehdî Eker û Ebubekir Bal çûn serdana dayikên Diyarbekirê.

Malbatên ku HDPyê wekî berpirsyarê revandina zarokên xwe dibînin nobeda ewladan ya di 3yê Îlona 2019an da dabûn destpêkirin didomînin.

Di serdana Wezîrê Edaletê Abdulhamît Gul da malbatan behsa revandina zarokên xwe kirin û bertek nîşanî HDP û PKKya rêxistina terorê dan.

Gul piştî serdana xwe daxuyanî da rojnamevanan û wiha got, "Me dayikên Diyarbekirê ziyaret kirin û silavên Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan ji wan ra anîn. Me ji wan ra got ku em li cem we ne."

Wezîrê Edaletê Abdulhamît Gul diyar kir ku dayik ji bona bigihêjin ewladên xwe bi dengekî bilind diqîrin û wiha axivî, "Em wek dewlet û gel bi wan ra ne. Ji bona hawara wan bê bihîstin em çi ji destê me tê dikin."

Gul diyar kir ku ewladên 14-15 salî bi destê PKKya rêxistina terorê hatine revandin û wiha axivî, "Kesên behsa îstismara zarokan dikin, li vir îstismara zarokan ya herî mezin heye. Kesên behsa tundiya dijî jinan dikin û dinyayê radikin pê, tundiya herî mezin ya dijî jinan ew nîne ku ji ewladên xwe dûr dikevin? Li vir di heman demê tundiya herî mezin ya dijî jinan heye. Dayikên me behsa vê dikin. Parêzvanên mafên mirovan, gava dayikek ji ewladê xwe dûr bikeve ev binpêkirina mafên mirovan ya herî mezin nîne? Ewladên 14-15 salî derdixin çiyê û direvînin, ev binpêkirina mafên mirovan nîne, parêzvanên mafên mirovan yên dinyayê û saziyên mafên mirovan yên navneteweyî li ku derê ne? Li vir binpêkirina mafên mirovan û zilim li meydanê ye. Lê balkêş e ku kesên mafên jinan, mirovan û zarokan diparêzin dengê xwe dernaxin. Ev jî ji bona dîrokê peyameke balkêş e. Ez ji Diyarbekirê bang dikim, hemû mekanîzmayên mafên mirovan yên dinyayê û parêzvanên wan heger hûn di vê mijarê da ji dil bin werin vê qêrîn û hawarê seh bikin."

Wezîrê Edaletê Abdulhamît Gul destnîşan kir ku ciyê zarok û ewladan çiya nîne, divê li cem dayikên xwe bin û wiha got, "Divê ev zarok li dibistanê bin. Divê li çiyê nebin. Dewleta me bi hemû îmkan û saziyên xwe li cem dayikan e. Di vê mijarê da em ê têkoşîna dijî terorê jî bi biryardarî bidomînin. Hawara dayikan wê dawî li terorê bîne."

Gul diyar kir ku hin dayik gihîştine ewladên xwe û wiha peyivî, "Înşellah wê dayikên din jî bigihêjin ewladên xwe. Înşellah Xwedê wê hemû ewladên din jî bigihêjîne welat û dayikên wan. Wek dewlet jî em ê di serokatiya serokkomarê xwe da xebatên xwe bidomînin."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE