Dewriyeya bejayê ya 2yan hat kirin

Konvoya Leşkerî ya Tirkiyeyê derbasî çoltera Tel Ebyadê bû

Dewriyeya bejayê ya 2yan hat kirin

Pêvajoya ku Tirkiye ji bo ewlehiya sînorê xwe dabû destpêkirin, dewam dike. Li Rojhilatê Firatê ji bo avakirina herêma ewle dewriyeya hevpar a duyemîn hat kirin. Konvoya leşkerî ya Tirkiyeyê derbasî çola Tel Ebyada Sûriyeyê bû û bi hêmanên leşkerî yên Emerîkayê re peywira dewriyeyê kir.

Dîwarên li ser sînorê Sûriyeyê hatin rakirin. Konvoya leşkerî ya Tirkiyeyê derbas bû.

Li Rojhilatê Firatê duyemîn dewriyeya hevpar a Hêzên Çekdar ên Tirkiyeyê û Emerîkayê hat kirin.

Li 20 kîlometre rojhilatê Akçakalayê 4 wesayîtên bizirx ên bi alaya Tirkiyeyê ligel hêmanên leşkerî yên Emerîkayê hatin cem hev.

Di dewriyeyê de wesayîtên leşkerî yên her du welatan ber bi çoltera Tel Ebyadê ve çûn ku di bin dagirkeriya YPGyê de ye.

Derbarê dewriyeya hevpar de Wezareta Parastina Neteweyî daxuyanî da.

Hat eşkerekirin ku bi beşdariya wesayîtên asîmanî yên bêmirov û leşkerên her du welatan dewriyeya bejayê ya duyemîn a hevpar hatiye temamkirin.

Dewriyeya ewil di 8ê Îlonê de hat kirin. Ew dewriye li 32 kîlometre rojhilatê Tel Ebyadê hatibû kirin û 3 saetan dewam kiribû.

Dîroka nûkirinê: 25 îlon 2019, 17:47
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE