Dewriyeya bejayê ya hevbeş a duyemîn a Tirk-Ûris dest pê kir

Unsûrên Tirk û Ûris dê di navbera rojhilatê Eynulerebê û rojavayê Til Ebyadê da dewriyeya bejayê pêk bînin

Dewriyeya bejayê ya hevbeş a duyemîn a Tirk-Ûris dest pê kir

Di çarçoveya mutabaqata Soçiyê da eskerên Tirkiye û Rûsyayê ji bejayê va li Sûriyeyê li rojhilatê Feratê dest bi dewriyeya hevbeş ya duyemîn kirin.

Konvoya Hêzên Çekdarên Tirkiyeyê (TSK) ku ji 4 wesayîtên bizirx pêk tê, ji ciyekî li rojhilatê navçeya Sirûcê ya Şanliurfayê ji sînor derbas bûn ku digel konvoya eskerî ya Ûris dewriyeya bejayê ya hevbeş a duyemîn pêk bîne.

Eşkere bû ku unsûrên Tirk û Ûris dê di navbera rojhilatê Eynulerebê û rojavayê Til Ebyadê da dewriyeya bejayê pêk bînin. Firokeyên bêfirokevan jî hevaltiya konvoyê dikin.

Gelek mensûbên çapemeniyê geşedanên li ser sînor dişopînin.

Di çarçoveya mutabaqata Soçiyê da dewriyeya bejayê ya hevbeş a yekemîn a Tirk-Ûris 1ê mijdarê roja înê li herêma di navbera 40 kîlometre rojhilatê Resûleynê û 30 kîlometre rojavayê Qamişloyê da hatibû kirin.

AA

Dîroka nûkirinê: 07 Mijdar 2019, 18:02
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE