Di 24 saetan da li Brezîlyayê 552, li Meksîkayê jî 267 kes mirin

Ji ber vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) di 24 saetan da li Brezîlyayê 552, li Meksîkayê 267 û li Hindistanê jî 380 kes mirin.

Di 24 saetan da li Brezîlyayê 552, li Meksîkayê jî 267 kes mirin

Ji ber vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) di 24 saetan da li Brezîlyayê 552, li Meksîkayê 267 û li Hindistanê jî 380 kes mirin.

Li gor daneyên Wezareta Tenduristiyê ya Brezîlyayê waqieyên Kovîd-19ê 30 hezar û 476 zêde bû û gihîşt milyonek û 344 hezar û 143yan.

Ji ber Kovîd-19ê di 24 saetên dawîn da 552 kes jî mirin û hejmara miriyan jî gihîşt 57 hezar û 622yan.

Li Sao Pauloya bajarê bazirganiyê ya serjimara wê 46 milyon e 271 hezar û 737 kes bi vîrusê ketin û 14 hezar û 338 kes ji ber vîrusê mirin.

Piştî Sao Pauloyê li Rîo de Janeîroyê 9 hezar û 819 kes mirin û 111 hezar û 298 kes bi vîrusê ketin.

Brezîlyaya ku serjimara wê ji 211 milyonî zêdetir e li Amerîkaya Latîn wekî "navenda şewbê" tê nirxandin 

- Meksîka

Li Meksîkayê di 24 saetên dawîn da ji ber Kovîd-19ê 267 kes mirin

Li gor daneyên Wezareta Tenduristiyê ya Meksîkayê bi mirina 267 kesan va hejmara miriyan derket 26 hezar û 648an.

Li Welêt hejmara pêketiyan jî 4 hezar û 50 kes zêde bû derket 216 hezar û 852yan.

Li Meksîkayê hejmara kesên ku ji ber Kovîd-19ê mirin, cara ewil di 27ê gulanê da ji 500î derbas bûbû.

Li welêt Kovîd-19 cara ewil di 28ê sibatê da hatibû tesbîtkirin, cara ewil di 19ê adarê da mirovek ji ber vîrusê miribû. 

- Hindistan

Di rojekê da li Hindistanê jî 380 kes ji ber Kovîd-19ê mirin.

Li gor daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê hejmara miriyan gihîşt 16 hezar û 475an.

Di 24 saetên dawîn da li welêt 19 hezar û 459 kes bi vîrusê ketin û hejmara kesên bi wan ra Kovîd-19 heye gihîşt 548 hezar û 318an.

Heta niha li Hindistanê 321 hezar û 774 kes jî ji şewbê filitîn û baş bûn.

Li gor daneyên malpera înternetê "Worldometer"ê Hindistan li dinyayê welatê 4emîn e ku lê herî zêde waqieyên Kovîd-19ê hene. 

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE