Li Îranê hejmara kesên ku ji ber cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) mirin, 147 zêde bû û derket 19 hezar û 639an.
Berdevka Wezareta Tenduristiyê ya Îranê Sîma Sadat Lariyê di daxuyaniya ji ser têlevîzyona dewletê da diyar kir ku di 24 saetên dawîn da 147 kesên din jî mirin û 2 hezar û 133 pêketiyên nû hatin tesbîtkirin.
Lariyê got ku bi vî awayî hejmara miriyan derket 19 hezar û 639an û ya pêketiyan jî derket 343 hezar û203yan.
Lariyê her wiha got ku ji nexweşên Kovîd-19ê heta niha 297 hezar û 486 jê baş bûn lê tedawiya 3 hezar û 881 kesên rewşa wan girane li nexweşxaneyan dewam dike.
Berdevk Lariyê destnîşan kir ku li welêt heta niha 2 milyon û 861 hezar û 825 test hatin kirin.AA